Diyarname
Ji El Clasico Real Madrid û Barselona, heta rekora MC û ya Messi, heta notên li ser Fenerbahçe û Beşîktaşê. Vane 4 nûçeyên sporê yên ku îro derketine pêş...
Di El Clasicoyê de Barselona mala Madrîdê xira kir
Li dinyayê fûtbolhez li benda El Clasicoyê ne û îro di vê El Clasicoyê de Barselonayê reqîbê xwe yê her demî Real Madrîd bi 3-0 têk bir. Maç li mala Real Madrîdê li dar ket, golên tîma mêvan Barselonayê Luis Suarez, Lionel Messi û Aleks Vidal avêtin. Bi vê serketinê ferqa pûanan a di navbera Real Madrîd û Barselonayê de bû 14.
Barselona di dîroka El Clasico û di dîroka lîga wan de bi vê serketê bû sêyemîn car ku di deplasmanê de ser hev de reqîbê xwe têk dibe ku ev yekemîniyek nû ye.
Barselona bi vê serketinê di hefteya 17'an de bi 45 pûanan di rêya yekemîn de ye. Piştî wê Atletico Madrid tê ku xwedî 36 pûanan e û Valenciya bi 34 pûanan di rêza sêyemîn de ye. Real Madrid bi maçek kêm, bi 31 pûanan di rêza çaremîn de ma.
Ji Messi rekorek din
Golavêjê Barselonayê Lionel Messi bi gola ku avêt Barselonayê tam bû 25'emîn gol ku di El Clasicoyê de diavêje. Bi vê yekê rekora di destê xwe de xurtir kir. Di dîroka El Clasicoyê de ji Real Madridê Alfredo heye ku wî di El Clasicoyan de 18 gol avêtibûn.
Messi di heman demê de di sala 2017'an de bû 50'emîn gol (maçên lîgê, kûpaya neteweyî û lîga şampiyonan) diavêje. Bi vê yekê di 5 lîgên mezin ên Ewropayê de rekora golavêtinê girt destê xwe.
Kes nikare pêşî li MC'ê bigire
Di Premier Lîgê de bahoza Manchester City (MC) didome. Di lîga Îngilistanê de MC îro li mala xwe ligel Bournemouth lîst û bi golên Serigo Aguero (dq 27 û 79), Raheem Sterling û Danilo (85) bi 4-0 bi ser ket.
Tîma Pep Guardiola bi vê serketinê bû xwedî 55 pûanan û yekemîniya xwe dom kir. Manchester United bi maçek kêm bi 41 pûanîn di rêza duyemîn de ye.
MC îro hin notên din li dîrokê kir. Vane ew not:
- Aguero yê 29 salî ku ev 7 sal in li MC'yê ye 100'emîn gola xwe avêt.
- MC bi vê serketinê piştî sala 1982'yan de bû yekemîn tîm ku di serdemek de 100 golan diavêje. 35 sal berê Liverpool di serdemek de 106 gol avêtibûn.
- MC bi vê serketinê bû 17'an car li dû hev bi ser dikeve û vê rekorê xwe jî didomîne.
Beşîktaş têk çû, Fener pûan winda kir
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de jî maç hebûn. Beşîktaş ku hesabê rêzên pêşîn dike li Sêwasê bi 2-1 têk çû û derbe xwe. Beşîktaş di maça dawî ya nîveka yekemîn a Lîgê de têkçû.
Tîma din a mezin Fenerbahçe ku li Konyayê bû mêvan wekhev ma: 1-1. Fenerbahçe ku 5 maç bû her bi ser ket, ev rêze xira bû.


