Novellaya Ahmet Anaç a bi sernav "MEDESA" vê hefteyê mijara nirxandina koma wêjeyê bû. MEDESA wekî gelek beşdaran jî bi lêv kir xwedî babeteke ZANISTA XEYALÎ (bilîm kurgu) ye. Medesa gerstêrkeke xwedî 15 mîlyar nifûs e û medesakî jî zimanê wê yê fermî ye. Li medesayê şîrketeke dermançêker bo ceribandin û pêşxistina dermanan projeyeke veguhestina bîra mirov a li hin zindîwerên din yên cuda pêş dixin. Bo projeyê biceribînin polkaya (bîr, hiş) hin girtiyên cezayê muebetê li wan hatiye birîn vediguhezîn polkaya zîndewerê bi navê homokîûs jirêderketiyo yê li dinyayê dijî. Ev homokîûs jirêderketiyo bi demê re pêş dikevin û dibin însanên roja me. Ji hêla gelek mijaran ve cudahiyek mezin di navbera dinyayê û Medesayê de heye lê cudahiya mezin, zeman e; rojeke ya Medesayê miqabilî bîst salên dinyayê ne.
Civîna koma wêjeyê bi modaretorîya Adnan Doganî dest pê kir û piştî xêrhatin li endamên komê hat kirin, nirxandina beşdaran ewilî bi Kamran Simo Hedilî dest pê kir.
Hedilî fikrên xwe wiha anînin ziman: Nivîskêr celebeke nû aniye di nava edebiyata me û ev celebê edebiyatê dikare rêyeke din li ber me jî veke. Lê jiyana medeseyiyan ji ber ku nehatibû vegotin pir nedihat fêhmê, ango liv û tevgerên jiyana wê derê, amûr û alavên jiyanê û xwarin û vexwarinên wê derê nehatibû vegotin, lewma bi min her çendî zimanê wî herikbar û xweş be lê şayesandin kêm mabû.
Piştî Hedilî Emîn Aksu jî fikr û ramanên xwe yên derbarê MEDESAYÊ wiha ragihandin: Her çendî celebeke nû ye û ji gelek aliyan ve serkeftî be jî lê hinek nakokî di hişê însên de zîl didin. Wekî mînak: Piştî Keybanû polkaya xwe vediguhêze Parîsê û dixwaze xwe bigihîne Vîtalîsto ango Rakê medesayî, çendî Vîtalîsto pir pêşketî ye û li Marsê jî hem jîngehek û hem kargegek avakirî ye lê Parîs bi hêsanî xwe digihîne Vîtalîsto û di demeke kurt de têkiliyeke xurt pê re datîne. Her wiha Parîs li gorî dema dinyayê piştî heştî salan dizewice em dibînin bo dinyayê zeman bihûrîye lê bo Parîsê wekî xwe maye..
Ahmet Kaan jî di axaftina xwe de got, di hêla honandinê de xweş bû û vê teknîka vegotina zanista xeyalî bandor li min kir. Nivîskêr ji nava çîrokê dest bi vegotinê kiriye pişt re hatiye serê çîrokê û dawiyê jî bi flaşbelekê qedandiye. Min gelek romanên birêz Anaç xwendine bi pirranî di metnên wî de şervaneke rojavayî bo rehabilîtasyonê li Ewropa tê xuyakirin û dixwazim sedema vê bipirsim. Min kitêb bi zewqeke xweş xwend û zimanek herikbar hatiye bikaranîn. Her wiha vî cureyî mereqa me jî di vê hêlê de zêdetir kir.
Huseyîn Çîftçî dû re weha des bi nirxandina xwe kir û got: Ev pirtûk hinekî psîkolojîk, efsûnî û zanistî bû, ango tarzeke nû bû. Hinekî ji hêla rêzimanî ve xeletî hebûn û xalbendî jî pir pir zêde hatibûn bikaranîn. Carinan hevdgirêdana navbera hevokan mirov aciz dikir lê dîsa jî bo giştî herikbariya zimên xira nedikir. Diyar bû haya nivîskêr ji mijara wî hebû û ev jî hêza nivîskêr eşkere dike. Lê hinek hevok jî bêhna mantiqa tirkî ji wan dihat. Hin mijar jî hinekî qels mabûn. Bi taybetî jî mijara têkilîya Rak, Roz û Parîsê di vegotinê de lewaz mabû.
Seyhan Amedê jî bal kişand li cûdabûna tevna kitêbê û got; Ev pirtûk pirtûkeke derveyî xwendinên me yên heta niha bûn. Me heta niha di kitêban de mijarên heyî dixwendin lê ev hinekî din ji wan kitêban cûda bû lê belê bi min nivîskar li gorî vê mijara xwe amade nekiribû. Mijareke din jî di kitêbê de qala du jinan tê kirin Keybanû û Roz. Di navbera van her du jinan de xwepêşandinek hebû her yekê dixwest Rakî li ba xwe ve bikişîne. Ango dixwazim vê bêjim: mijara romanê her çi dibe bila bibe lê fikr û ramanên nivîskêr wekî xwe mabûn. Her çendî mijareke zanistî hatibe vegotin jî lê fikrên nivîskêr yên di jiyana îroyîn de dîsa hatibûn parastin.
Şoreş Reşî jî di nirxandina xwe de got; zimanê nivîskar bi min giran hat lewma gelek peyvên nû hatibûn tercîhkirin. Hindik be jî lê hinek dubarekirin hebû di kitêbê de û ev yek jî xweşa min neçû. Ez dikarim bêjim di kurdî de cara ewil bû min pirtûkeke bi vegotina ilmî xwend û bi min jî balkêş hat. Ev roman derveyî mijarên klasîkî bû. Bi giştî dikarim bibêjim min ji vê pirtûkê hez kir û gelek xweşa min çû.
Ezîz Aksu kêmahiya vî celebê ya di wêjeya kurdî de anî ziman û axaftina xwe wiha domand: Ev cureya metnê di edebiyata me de kêm bû û bo nivîskêr jî ev kêmahî dîtiye û nivîsiye bi vê kitêbê kêfxweş bûm. Kurdewariya navên qerektaran serkeftî û xweş bû. Lê kitêb bi giştî bi min gelek xwerû an jî tazî mabû, ango şayesandin kêm bû. Lê hin cihan jî bandora zimanê tirkî hebû..
Ednan Dogan jî kitêb wiha şîrove kir: Belê ev pirtûk birûxistineke zanistî ye. Dema min dest bi xwendinê kir min welê hizir kir yê nivîskar behsa zanista gerdûnê bike. Carinan jî mirov digot qey kitêb lêkolîneke li ser giyanê însên e. Lê carinan mirov xwe di nava evînê de didît. Pirtûkek herikbar û serkeftî hatiye nivîsin lê hin hevok jî hebûn bo têgihîştinê mirov diwestand.
Bi vê nirxandinê civîn jî bi dawî bû. Wekî xuya dibe beşdaran berhema birêz Anaç bi zewq û kêfxweşî xwendiye. Ev jî tê vê wateyê nivîskar di vê hêlê de serkeftî ye. Em jî li ser navê Koma Wêjeyê bi hêviya gelek berhemên din û serkeftinê ji birêz Anaç re dixwazin.
Veguhestina deng bo nivîsê Emîn AKSÛ