Amed
Polîsan îro bi ser buroya Azadiya Welat de girtin û Xwediya Azadiya Welat Emine Demir girtin bin çavan.
Polîs avêt ser buroya Azadiya Welat, ew li dor 2 saet û nîvan li buroyê man, Demir li wê derê girtin bin lêpirsînê lê nehiştin ew gazî parêzerên xwe jî bike. Piştre polîsan ew girtin bin çavan û birin Enqereyê.
Rêveberiya Azadiya Welat reaksiyon li hemberî vê yekê nîşan dan û xwesti Emine Demir cih de bê berdan.
Rêveberiya rojnameyê da zanîn ku di Hefteya Mafên Mirovan de kirine wisa helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî mafên mirovan nîşan dide.


