Diyarname
Li Zanîngeha Marburgê ya Almanyayê semînerek li ser dîroka kurdên Almanyayê hate lidarxistin. Di semînera ku nivîskarê Diyarnamê Zekî Ozmen pêşkêş kir de hate destnîşankirin ku gelek kurd hê di sedsala 18'an de ji bo xwendin û karên din berê xwe dane Almanyê.
Di semînera ku roja 23'yê mehê ji aliyê YXK (Yekîtiya Xwendemarên Kurdistane) bi piştgiriya Nûneriya Xwendekarên Zanîngeha Marburgê AsTA ve hat birêxistinkirin de hem li ser sedemên hatina kurdan a vî welatî û hem jî dîroka avakirina saziyên kurdan ên destpêkê hat pêşkêşkirin.
Xwendekarên zanîngehê yên beşdar bi taybetî matmayîna xwe nîşandan ku heta vê semînerê haya wan jê nebû ku li çar eyaletên Almanyayê dersa bijartî bi awayekî fermî li dibistanên vî welatî heye. Ji hêla din ve babeteke din ya balkişand ser xwe bandora muzîkvan û hunermendên kurd a li ser muzîka kurdî bû.