Diyarname
Fîlmê Asterik û Oburiks gelek komîk e û li dinyayê navdar e. Niha rêzeya wê ya nû bi navê “Asteriks û Oburiks: The Middle Kingdom” hatiye kişandin û di dema pêşiya me de dê bikeve vîzyonê. Agahiya nû jî ev e, lîstikvanê navdar Zlatan Îbrahîmoviç jî têde dilîze.
Îbrahîmovîç di fîlm de wê rola karakterê serbazê Romayî yê bi navê Antivirus bilîze.
Îbrahimoviç bi ser hesabê xwe yê twitterê re agahiya lîstina fîlm bi vîdyoyekî belav kir.
Fîlm roja 1’ê reşemiya 2023’yan dê bikeve vîzyonê.


