Diyarname
Hunermend Şivan Perwer li ser biserdegirtina polîsan a Roj Tv û nûnergeha BDP'ê ya Brukselê de daxuyaniyeke çapemeniyê weşandû bûyer şermezar kir. Perwer di daxuyaniyê de got ku astengiyên li ser azadiya ramanê nay3en qebûlkirin û ev yek di çareseriya pirsgirêka kurd de nabin alîkar.
Şivan Perwer di daxuyaniya xwe de wisa got: "Di serî de li Belçîka welatên Ewropayê ji dêvla ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayê demokratîk bikeve nav tevgerê dikeve nav hewldanê ku saziyên kudan bixe nav krîm3inal3izeyê û ev yek ne tişteke rast e. Ji dêvla ku dewleta Belçîkayê hurmetê nîşanî çapemenî û azadiya ramanê nîşan bide berê xwe dide saziyên kurdan. Biserdegirtina Roj TV û radyoya Dengê Mezopotamyayê ku gelek keda wan ji bo kurdî û çanda kurdan heye nayê qebûlkirin. Di binçavkirinê de helwesta dijwar a polîsan li hemberî xebatkarên Roj TV ez şermezar dikim."
Hunermend Perwer got ku ew hêvî dikin dê hiqûqa Belçîkayê dev ji vê şaşiyê berde, hemû kurdên ku hatine girtin berde û helwesta polîsan a dijwar mehkûm bike. Perwer bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: "Di vê kêliyê de wekî hunermendekî kurd ez piştgiriya Roj TV dikim û bang dikim ku her kes di çarçoveya demokratîk de dengê xwe bilind bike."
***
Nûçeya eleqedar:


