Diyarname
Tîma Wanê "Van Spor FK" di Lîga 2'yemîn Koma Sor de wê bilîze. Maçên Lîga 2'yemîn dawiya vê mehê dest pê dikin. Van Spor ku dixwaze here lîgeke jortir niha reklama formayên xwe kir û wê mexazeya formayan jî veke.
Klûbê bi diruşma 'Me rihê Wanê li xwe kir, em ber şampiyonî ve dimeşin" reklama formayên xwe kir. Di reklama ku bi klam û stranên kurdî peşkeş kiriye de formayên serdema nû dane nasîn.
Di parvekirina hatiye kirin de klûbê wiba gotiye, "Me li cihên şahidiya bajarê me dike, danasîna formayên me yên serdema 2024-2025'an ku hevgirêdaya xwe ya bi kokên Wanê re û nîşandayîna dewlemendiya çanda Wanê nişan dide kir. Vê serdemê ne tenê li nav sehayê, bi van formayên rihê bajarê me bi xwe re dihebînin emê ferqek baş saz bikin. Ligel rêveberiya me ya nû hedefa me diyar e:: Şampiyonî!"
Klûbê gotiye 30'ê mehê ewê mexazeya wah Van Store vekin û bang li hemû alîgir û hezkirên Wanê kiriye ku vê heyecanê bi hev re bijîn, bi formayan li ser rêya şampiyonê ligel wan bimeşin.


