___Ar-da Janxwar___
Çîrok piranî di odeyekê de derbas dibin û li ber şibakayekê, li derve dinêre û ew derveyî şibakê pêş ronihaya çîroka ye. Ode û pace, lênûsk, di her çîrokê de heye. Pir dûbarebûna van peyvan heye.
Ode “malzarok e”, şibake jî ronahîye yan derve ye yan jî “dinyaya gewrik e”. Lehengên çîrokan bi tevahî tev jin in. Di çîroka çaremîn de du leheng mêr, didu jî jin in. Çîrokên hebûn û nebûna jinê ne. Derûniya wê, têkiliya bi xwe re, têkiliya bi malbatê re, gengeşiyê jiyana tekane, tekoşîna ya bi xwe re , bi derdora xwe, dûrbûna ji welêt, penaberî, rê , rêwitî, xeyal, evîntî,………hwd ser mijara çîroka ye.
Ev kitêb, ziman û mijarên wê, tehma pirtûka “Odeya aîdî min” ya Wirgina woolf dide mirov. Ji alî êşê û tehma peyvên herikbarî de jî helbestvan Furux Ferruhzad tehma helbestê wê dide mirov. Û nivîskara Tezer Ozlu, ew êşên şevbêrkan bi zimanekî geş û can, ter, hêvîdarî, çûyîna rêyekê xwe di her çîrokê de dida der. Dar, daristan, kulîlkên bi bêhn, hezkirina ji xwezayê, fikrên erînî dide afirandin.
Ziman , herikbar e, helbestî ye, ter e mîna şivek rast, natewe ye. Em werin ser dahûrandina çîrokan.
Çîroka “Rengê bêdengiyê”
Despêka çîrokê bi hevokên dirêj daye destpêkirin barê çîrokê girankiriye û herikandina çîrokê miçiqandiye. Di alî redaksiyonê de qels e. Hinek hevok bi dawî nebûne derbasî ya din bûye.
Mînak : Şimika xwe ya du sê roj berê ji sûkeke biyan kirî xweşik kir pîyê xwe(divê kirî(bû) bi dawî biva)
Keseke li odeya xwe ye, û li biyaniya xwe û li ya derve, li wê mikurbûna tenêtiyê tê, li wê bayê sorka xwe, li wê penaberiya xwe, li xeyalên xwe, di xew de, li derdor, li dengê biyanî, bi hay dibe, mikur tê.
Li dû denga ye, dengê siyê, dengê tenêbûnê, dengê tavehîvê, dengê şibakê carna digere carna jî nagere. Mijara penaberiyê. Ya dûrbûnê, bi monoloxa bi xwe re bi zimanekî di nav dema çûyî û ya aniha dehere û tê.
Di vir de peyva “şibake” taqa di meiiyê wê nivîskarê de ye. Carna ronî dibe, carna tarî dibe.
Çîroka “Kesa çaremîn”
Çîrok ji sê kêsan destpê dike ya çaran jî vebêja çîrokê ye. Çîrok bi sermijara li mekanekî eraq vexwarinê ya li ber perê Çemê Dîjleyê dest pê dike. Di zivistana Diyarbekir, Serdar û Kendal, û xizmetkarên mekan û sobeya êzinga û gotibêjek li ser her tiştî dibe mijarê çîrokê. Yelîz a li Ewropa û vebêjê çîrokê li Derê Brandenburgê, çîrokê bi tevneyek hêja diqedine.
Min dawiya çîrokê pir meraq dikir min ji xwe re got ya wê Serdar û Kendal, piştî serxweşiyê bi hev bikevi, ya jî wê bi xwediyê mekan bikevin, ya jî ji bo qîzekê ku dilê herdûyan ketiye wê pevbiçen. Bi wî hawî çîrok biqede. Axirê li gorî min çîrok neqediya. Lê wekî min jî derneket, axir du însanên medenî wekî wan gotiye ”em bû xwe, em bû îsan” bi wê xweşiyê bi wê şaristandiyê de çîrok xilas bû.
Çîroka ‘Monologên li ber şibakê’
Tu ferqa vê çîrokê û ya “Rengê bêdengiyê “ tune ye.
Jineke li odeyê ye. Bi tenêbûna xwe, nehayiye. Li ber neynikê hay ji xwe çêdibe, moralê wê, tê cî. Neynik mîna wêneyê ye. Zahirî ye. Derew e. Lekînî ye. Li di vê çîrokê de demsal “zivistan” e. Neynik, derûnî ya derewê ye. Hew her dû peyv yek zivistan ya din neynik lê hatiye zêdekirin. Qurmê darê li paş şibakê de xuyaye, di çîroka “dengê bêdeng” de li paş şibakê de dar heye û tixûbê odeya wê nîşan dike. Wextê li şibakê dinêre berf dibare û lênûska wê, tê bîra wê. Dehere li lênûska xwe, diwerqile tiştên di mejiyê wê dide der dinivîse. Di çîroka “dengê bêdeng” de jî li şibakê dinêre gava ku tavehîv ji paş ewran derdikeve û radihêje pênûsa xwe çend tiştan dinivîse. Di her du çîrokan de jî, lehengên me “jin” in, nivîskar e, bi tenê ye, li odeyekê ye, penaber e…..hwd Û lehenga me vê pirsê sewal dike û dide bersivandin: Nivsandin ji bo çi ye? rp.25
…jiyan têra mirov nake
….kêfxweşiya jiyanê ye
…..xeyalekê di qirrekî de mayî ye
…vejîna hestên safî ye
…neynika rih e
…şerê bi hertiştî re ye
Çîrokek zimanê wê helbestî ye, herikbar e, şerkirina bi xwe re ye, li hebûna xwe digere.
Çîroka ‘Tenêtî’
Sikaka bi tenê û germ dilê wê, bi aram dikir. Çîroka herî delal e. Mekan: Sikak e, odeya Şeyda ye, Odeya S.Carlos e. Li hember mala wê, li wir zilamekî gûrî û navsale li bala wê bû. Ew jê re bûbû rîtuelek. Bi wê rîtûelê tahm ji jiyanê digirt. Şeyda li odeya xwe, bi tenê dijî. Carê ji xwe re qehweyekê çêdikê û dehere odeya li hemberî wê, ya S.Carlos lê dijî. Lê Şeyda, pirtûka ku nîvco maye carê wê dixwîne. Ew pirtûka ku dixwîne pirtûka S.Carlos e. Lê nizane Mêrikê keçel yê li hember bi tenê dijî ew e. Bi hebûna wî, jiyana xwe, berdewam dikir. Kî hatiye mala wî, çi axiviye, çend rojan nehatiye malê, çima bi tenê ye. Di der heqê wî de, mala wî de, jina wî de, Şeyda, şiroveya Şeydayê heye. Xwe, diqehirand, dibehecand, dixeyidand. Asoxî debar nekir çû li ber mala wî, lê nêrî qerebalixek ji ber mala wî derçû. Paşê ji TV’yê dibihîze ku yê li wî xanî dima S.Carlos e. Li mala xwe, miriye. Kesek ku tenêbûna xwe, bi tenêbûna yekî din, sebra xwe pê bîne ev e tiştekî hêsan e û haya wî, jê tûne be, bi saya wî, li ser linga bimîne tiştekî mûazam e ji bo jinekê. Feraseteke çanda wê herî lûtke ye. Çîrokek bi meraq e. Meriv, dikişîne nava çîrokê. Bi xwe re diherikine.
Çîroka ‘Saeta pîr’
Çîrokeke tramvamatîk e, ziman helbestî ye. Tenêbûna ji êşekê yê. Ya dilê xemgîn e. Li benda wî yê, wî dilî aş bike. Gazincê çîrokê zêde ye. Çirçirka saetê, zeman, şîn, pîrbûn maxa çîrokê ye. Wekî ku di her çîrokê de, di vê çîrokê de jî peyva ”odeyek”, ”nivîskarek”, ”lênûsek”, “şibakeyek”, ”darek”, ”baranek” û hwd xwe dubare dikin.
Çîroka ’Pênc sal û dozdeh saet’
Finde, ji bajarê xwe derketiye. Hatiye betlana xwe bike. Li bajarekî li ber perê deryayê, xwe ji qelebalixiya malbatê, ya kar, jiyana qambax dûr bixe. Û xeyalên xwe, bedbextiya li nehatiye, dîsa bîne ber çavên xwe û bi pêlên deryayê re bişîne. Lê mekana lê dimîne li ber devê biharê li wê odeya xwe ya bi xwe ve xwe lê mijûl e. Gava li avahiyê otelê digere çav li pirtûkxaneyêkê dikeve. Berî dide wir çav li jinekê dikeve. Jineke dirêj e û bejn zirav e, porê wê yê kej, lêv tenik, rûyên wê yê zirav hat li kêleka wê rûnişt. Çîrok bi xwînera Finda, berdewam dike. Gava ku çavê xwe, digire dikeve nava xeyalan, dinêre ku wa ye porkejê lênûsk û pênûs û pirtûkek li ber e, carna dixwîne, piranî jî dinivîsîne. Gava Finda, çavê xwe vedike lê dinêre kes li wir tune ye. Pirtûk li ser masê ye, hinek pel jê qurmiçîne. Navê pirtûkê jî pênc sal û dozdeh meh e. Ew jin, Finda bi xwe ye, xeyala cihekî wisa dike. Êşa herî mezin gava ku nenivîsîne dikeve xeyalan û di kesayetiya jinek leheng, wê xwesteka nivîsandinê pêk tîne. Ji xwendinê bêtir dixwaze binivîsîne. Çîrokek efsûnî ye. Kitekitên wê zede ne. Problema nivîskar bi demê re heye.
Çîroka ‘Xeyala li pişt derî’
Ev çîrok, çîroka çûyîna Gewrê ya ku ji welatê xwe, ji diya xwe, ji hezkiriyê xwe Serdest, bi dûr û dawî de dihere ye. Çîrok li ser vê rêwitiyê teşe girtiye. Ji hev veqetandin, bîranîn, derûnî, xeyal, penaberî, …hwd ser mijar e. Silûetê bajêr, însên, xweza, xweş honandiye û li ber çavan radixe. Dûbarekirina şibakeya otubusê, lênûska wê, dîsa di çavên me de beloq dibe.
Çîroka ‘Eşqa mamoste’
Çîrok gava Delalê, dehere li ber şibakê û finda xwe, pê dixe dikeve xeyalê li dibistanê gava ku şagirt bû behsa evîna xwe û gedetiya xwe dikir. Xwezî bi wî emrî digot. Niha çil salî ye. Û xweziya xwe, bi wê evîna saf û delalî tîne. Haya mamosteyê wê jê tune ye. Nameyeke bênav û gulekê jêre dişîne. Piştê wê herkes bi riya xwe berdewam dike. Çîrokek zimanê wê hêsan e. Xweş tê xwendin. Poşmanî, hesteyarî, bîranîn, hevaltî, tenêbûn…..hwd sermijar e. Dubarekirina peyvan; şibakeya odeyê, lênûsk,find
Çîroka ‘Du roj û sê şev’
Roza û malbetek, di rêya rêwîtî ya penabertiyê de ye. Rêya Ewropaya bi kelem ya qaçax, rêbêrê ku wan dibin, fen û fûtên, rêbêrên sextekar bû. Zarokekî mirî ya malbatekê ku di wê meşa ya bi kelem, birçîtî, tîbûn, bê xew bûn, tew ew ne bes tu teva wî meytê tu bi wê rêya Ewropa de dû roj û sê şevan xilas bike. Rêwitî, neçarî, birçitî, bêxewbûn, xapandin, fen û fût, penaberî ser mijara vê çîrokê bû.
**
Nivîsên din ên Ar-da Janxwar ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman
- Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”
- Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
- Dahûrandina romana 'Kulmek Morîkên Şînbirik'*


