logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman

  • Dîrok: 31/07/2024
  • Beş: Serbest

___Ar-da Janxwar___
Çîrok, êşên binewariya zarotiya niviskêr e û piranî li gund derbas dibe. Zimanê çîrokê ter e, ciwan e, ji sikakê ye, ne pîr e, car cara xurifîye dibelqe, erojena peyvan pir e. Mijarên çîrokan rojane ne, wekî jehrdayîna kûçikan, KHK, Dayikên Şemiyê (dê li bendê ye di nava çîrokan de), karkerên komirê, hezkirin, dijminatî, hevaltî...hwd. Di hin çîrokan de dikên sînematografi li ber çavên me radixe, û belgefîlm. Lehengê çîrokan piraniyê wan mejiyê wan tevlihev e, rojane dijî, berdîberdane, zimanê wan nêr e, yê jinê jî, bê hêvî ye ji xêndî “dê” (tim hêviyekê ji xwe re çêdike). Çîrokên Bukowskî û romana 1984 ya George Orwel di hin çîrokan de xwe digihîjînin hev. Bêçaretî, neçarmayîn, evîniya virnî, derûnî û hwd sermijarên çîrokan e.
Çîrokên gelek delal, û bi tevna xwe, bi mijara xwe, bi zimanê xwe ya rojane nivîsadiye. Em werin ser dahûrandina wan. 
Çîroka Kesî bi qasî min ji te heznekir
Çîrokek dezgehê wê li ser hezkirinê ye. Hişê çîrokê li ser nîrê mêrtiyê ava bûye û daqûlê hişê jinê dibe. Jinê tarûmar dike lê hişê wî repkiriye. Bûye xwedayê xwedayê xwe.
“tu xwedayek e ku tu ne xwedayek ba  te nikaribû ji min hezbikira“ “hezkirina te çiqas bêqîmete ji ber ez xwedayê te mim” rp:11
Çîroka “Elok”
Eloka Kewê, carê dihere nava zeviya Harûno, carê wê temî dike ku bila cardin Eloka te neyê nava zeviyê min ku car din were tê wê nebîne. Lawê Harûno, lawê birê wî, li qoziya benê ji xwe re li  wan dinere û laqirda dike (Herdû pismamê hev li tenişta hev in û dixwaze di nava zevî Harûno de navrana derpiyê Kewê biçirine û ew jî ji xwe re li wan binêre). Çîrokek civakiye. Erojen e. Pêkenok zêde zêde tê de ye. Bi çavê du xortên pismamên hev in vedibêje. Serketiye. Zimanê taxê yê resen bi kar aniye. Bi biwêjan barê çîrokê sivik kiriye. Mekan li gund e li Zeviya Harûno ye.
Çend biwêj
Kuro kûçikino hûn çima mîna qehbikên kerxanê dikenin? Lawo wele hûn hebek din jî bikenin wê qûna we ji hev here. Bavê te jî ne temam e rp.14
Çîroka Teknolojî
Çîrokek derûnî ye. Qûretiya Şêxo, ya li ser jina xwe, pesnê xwe, vedide. Lê tenê di warê şikil û şemala wî de ku ne ji “pozê” e wî ba. Ji xwe li gund wekî Bret Pitt bû. Lê  divê ew pozê wê tifalê haweyek jêra bihata kirin. Hîn diya wî Xwedê gede nedabê dibê ew bi wê teknolojiyê pozê wê, estetîk bike.
Û ew êşa “kur”an “law” navî wî jî Siyabend daniye. Karakterê mêr kesayetiya wî û çûn an hatina wî, jiyana wî rabûn û rûnaştandina wî tam li wî hatiye. Mekan gund e. Û deherin nexweşxana Erzeromê. Xwe dixwudubîne, şurrik ji kûbariya xwe dibarîne. Gava textor dibêje keçikê qet oralî nabe û li xwe danîne û vê dibêje."Ez jî yekî hemdem im rp 20.
Kêm mêr di ser min re hene rp 21.
Qîmeta mêrê xwe bizanibe ha, di vî gundî de jin hene ku hê qûna wan li ser qoltixa erebeyekê rûneniştiye rp 18.
Hin hevok binheşa wê/wî, tirkî ye. Mînak; Şêxoyê ku devê wî maye vekirî rp19 (agzi açik kaldi).
Şêxo ji xwe ewle ye  (kendine guveniyor).
Şêxo pir ji pozê xwe aciz e û ji bo pozê xwe vê dibêje "Yaw wele bi qasî ku ez jî vî pozê mina terriya bizina aciz im ez ji şeytên jî ne aciz im. Rr21. Lê me bixewnekê dixapîne û em dibînin Şêxoyê me ji xew rabûye û ji me re dibêje wile min hûn bi xewneyekê xapand. Navê jina wî Qerqaş e.
Çîroka Zêr
Mekan gund e. Şaho û Sedo, bi hev dikevin ku xeyalên xwe bi cî bînin. Bi hev re diçin xezîneya zêran a li gomê mezin. Lê xeyal û rastî carinan xwe digihîne hev, carinan jî tu car xwe nagihîne hev. Ev çîrokek di gedetiya her mirovê ku hîmê wê saxlem e de heye. Bi alî naveroka xwe û bi ziman, henekên di nava wan de, meriv dixe nava çîrokê û bi xwe re dibe. Bi tevna xwe, hunandina xwe, xurt e, bi hêsanî tê xwendin. Axaftinê di nava wan de meriv dibe li ser wê dikê datîne. Çîrokek şanogeriya wê xurt e. Şivanê ku mizawir û Beko Ewan, Beko Ewantiya wî qet xilas nebe. Heta ku însan hebin, li dû mizarwirtiyê bû. Gava perê me tune bû me ji xwe re riyek ditît a me digot emê herin zêran yan jî em tiştekî bifiroşin. Ev xeyal tu carî li ber çavên zarokê gund naçe.
Çîroka Dahêner
Leheng; Tahîrê dahêner e. Mekan: Almanya ye.
Hevalên wî li welat in û mala bavên wî û cîranê wan ji bo cihê loda kayê bi hev dikevin û mêran ji hev dikujin; yên hatine kuştin mala wan li Ewropa xopana Almanyayê ye dihere hevalê wî dikujin. Çîrokek dramatik e. Tahirê reben nêt dike ku dahêneriya tifaqiyê çêbike û dibêje: Ezê makîna tifaqê çêkim da ku kes kesî nekuje, bi taybetî jî kurd. rp 30.
Paşê xwe winda dike û ji bo tifaq çêbibe dibê meriv xwe bikuje, û xwe di qatê 8’an davêje xwe dikuje. Çîrokeke tijî êş, ne bawerîbûn, Ewropa û tenê bûn, mentalîte û cîh û hwd ser mijara çîrokê ye, dubendî, hevaltî, sextekarî…
Giha hewşê tahl e. Tu çûyî li Ewropa derketiyî, mentalîta te hîna mîna berê kuştin û ji bo nehêjeyekê. Tu wê feodalîta xwe li wir bidomîne. Bi telefona iphone, bi cixara qaçax, bi çaya qaçax şikil û şemalê te derdixe pêş.
Ev hovîtiya însên, ev bêçaretiya koletiya eza xwe, wekî gemarekê ye di mejiyê me de girtiye û carna xwe mîna lêrekê dide xuyakirin, lê em encex wê goştê bi lêr bi xwîn rijandinê  dide dermankirin. Ew dermanê wê ne ew e, em baş dizanin. Wê ev nexweşî ji tu mijarên çîrokan dernekeve.
Çîroka Guleyşa
Çîrokeke ku binewariya wê ne bi navê Guleyşa be. Dixwest bi navekî mîna Mem û Zîn , Edûlê û Derwêşê Evdî û hwd.. ango navê wê û jiyana lehengên dîrokî dixwest bi giraniya wan wekî hev. Ji keçekê hezkiriye lehengê me lê bêyî wê dixwaze wê bişaftinê keseke ku ne çep e/ ne şert e çep be/ ev hezkirine / ku bê îrade û radeya wê tu nikarî tu navî lê bikî / tu lê binêr keçikê vîna xwe beyan nekiriye.
Desthilatariya mêr a xort an hezkirê Guleyşa, li ser wê kêm nabe. Ewil bi nav destpêkiriye. Lehengên me navê wê dike Guleşa. Mêrekî hesûd e ku naxwaze jî wî bêtir kesek bi navê wê bangî wê bike. (Ev zirr dereweke mezin e û dubendiya mantelîteya qarekter e wê çax jê re bibêje –ev ne fen e ev çi ben e êdî;)-
Çend hevokên din ku matixa wan bi tirkî ye. "Dilê wê jî, çaxa min hezkirina xwe jê re diyar kir dagirtî bû. Rp 33 (mantixa vê hevokê tirkiye, ‘ona teklif etim kalbi doluydu’)
Çîroka Ewrên Guhankirî
Leheng şivan Doxan e û axifgerê çîrokê ye. Çîrok li gund derbas dibe. Çîrokek bi peyvên xwe û bi sirûştiya xwezayê hatiye nivîsandin. zimanê çîrokê mê ye û fesih e.
Lehengê me jî, ji baranê hez nak  jî qalkirina ku Doxan jê re behsa memikê cîranê bike li benda wê ye. Gava dilopê baranê dibare dilopek tê li ser pozê wî dikeve. Ev peyva poz metaforek e bi kar aniye. Ew û Doxan bi hev re herkê keriyê wan jî hev cuda li ba hev in. Berî herin mal barana havînê li wan dixe çêm radibe û bi çend dengan bangî Doxan dike dest jî qiloçê berên bernade. Welhasil di ber lehîyê de dihere, ji tirsa bavê xwe xwîna xwe dixe çavên xwe piştî baran disekine bi du rojan şûnde meytê wî tê dîtin; di destekî wî de qiloç û kincê lê zivar zivarî ye tê dîtin. Hevalê wî piştî vê bobelata di serê Doxan de tê şûn de soz dide xwe ku ji cîrana wî re bibêje:  Doxan heyranê te û memikê te bû û tê here ser mezelên wî û tê wê pêsîrê derxî bidî kêleka wî. Silûletê başî û xerabî, saf û pakbûn, serhişkt , zilma bavan, evîn, mizûrtî, hevaltî, sermijara çîrokê ye. “Poz” êşa nivîskêr e.
Çîroka Rawestgeh
Çîrokeke bi biranînê ya ku maxê wê li hewa ma ye. Li hêviya ku ew yara wî jê hez dikir carek din bê û wê bibe ba xeyalên xwe.
Çîroka Tenêtî
Xalis û diya wî serleheng in. Bavê wî di dema çêkirina avahiyê xaniyê de ji xanî têwerbûye, miriye, lê dê, tim di wê hêviyê de ye wê êvarî ji kar were, wê şîvê bixwe. Xalis, yekî berdî berdan e. Ne rêz ji diya xwe re heye ne jî ji hêviya diya wî re. Tu çêr namîne ji diya xwe re nade çima ku pîvaz xistiye nava xwarinê. Heta ku diya wî devê tûpê ji bîr dike û vekirî dihêle, agir bi malê dikeve, lê dê disekine ewil rê dide lawê xwe ku misînek av tenê heye wî şil dike û dahfî derve dike. Welhasil diya wî dişewite tevî malê diqurute. Xalis nûh heşê wî tê serê wî ku çiqas dilê diya xwe hiştiye. Ji wê saetê şûnde xwe diguherîne û ji wir bar dike diçe karê komirê dike. Paşê di bin erdê de dimîne û paşê diya wî bi gaziya wî de tê. Çîrok di warê ziman de û di tevna çîrokê de pir xweş e. Ku lawekî ew qas çirr û seh nexweş. Lê diya xwe dide axê şûnde heşê wî bi serê wî de tê. Mijara karê komirê û ewlehiya karkeran wê ji vî welatî qet kêm nebin. Di warê biwêjan de dewlemend e. Mînak: Dîna xurufî, Ma bav maye, Rûyê wê bûye miriyek sedsalî. Te pêde rît. Dikirê dîn bûya. Li xwe dixe. Guh vebû. Mejî vebû.
Çîroka Serbilindiyek Têkçûyî
Ev çîrok kesek Jin ji yekî hez dike lê nikare ji yên hemberî xwe bîne ziman yeka din jî bedew e laşê wê girs e û xwe bi lêwik dide û nahêle lawik ber bi wê de here. Çîrokek meyandina wê li ser evînî û hesûdiya du jinan e. Ziman têkûz e bi wêjeya biwêjî dewlemend e.
Çîroka Moristan
Roja 21’ê roja morîtoja ye, 35 000 hezar eşîr heta niha çar heb mane ê mayî jî ji hev xeyidîne. Ev çîrok bi xwe metafor e. Çîrokek xweş e lê di warê nav gotina cureyê moristanan de qels ma ye, rexneyek tevizok hûrik mirov pivitê dike heye.  Ji ber ku keybanûyê moristanan biyaniyeyeke biyanî aniye li ser rêvebirê morijî wê fêr dibe ji eslê xwe dûr dikevin, paşê jî qira wan tê. Çîrokek polîtîk û gelek peyam tê de ye. Û ev çîrok dişibe romana Georg Owel romana 1984.
Çîroka Hogir
Husna li wir mezin dibe, şû dike, paşê zarokên wê çêdibe peyva şû çi ye gelo? Ev çîrok li ser kurdên Anatoliayê yek ji bajarê Konya navçeya Cihanbeylî ye. Welhasil zarokê Hesna diçin Ewropa, Hogir jî berî diya xwe dihere serê çiyê, diya wî jî li bende ye ku were bi hevdûre herin Ewropayê. Di çîrokan de timî dêyek heye û bi hêvî ye. Da ku mêrê çûyîn e, an miriye ku li bende dimine wê vegere. Ya jî law çûye wê vegere. Dê timî bi hêvî ye, hêviyek ku aramî tê de ye. Ew hêviya ku Dayikê Şemiyê bi me re çêkiriye.
Çîroka Masûmiyet Muzesî 
Çîrok di navbera dû hezkiriyên hev de derbas dibe.Lawik ji tekiliyê aciz e çavê wî li derve ye. Keçikê dişibîne Masûmiyet Muzesiyê û bi vê jî nayê ser wê dixe şîna Belqiza Sobarto, da ku keçik dev ji wî berde. Dawiya çîrokê meriv serobin dike, her dû dibe lehengên Sobarto û bi bîranînekê çîrokê xilas dike. Lê zimanê çîrokê nêr e û ji bo lehengên mêr xwe mafdar derxe keçikê dike Belqîz û cilika xwe ji avê derdixe.
Çîroka Çîroka dûr û dirêj
Çîrok di navbêna Amîne, Resûl û kalekî kor de derbas dibe. Gava biryara qira êzdî û ermeniyan tê dayîn. Resûl, Belgîzarê hîn di qumatkê de ye, ew lê xwedî dertê û bi hincetê alikariya jina wî bike. Gava Resûl û Amîne, rêwîtiya malê dikin li ser devê riya xwe çav li yekî kal û kor dikeve. Wî li kerê xwe dike û dikeve rêya mal. Kalo qala wê dema qirkirinê dike. Çavê wî kor kiriye jina wî kuştiye û qîza di qumatkê de daniye malekê. Niha li dû qîza xwe ketiye. Amîne dibêje ez im û ew bav hev maçî dikin. Navê wê ku yê resen Belgizar e dibêje bavê wê. Wê êşa ermeniya û ya êzdîtiyê bi riya vê çîrokê dîsa em pêdihesin.
Çîroka Jina ku di xwe de zarok dikuştin
Ev çîrok di navbera bavekî eraqvexwur û nexweş û qiza wî û jina wî de derbas dibe. Çîrok di TV’yê de derbas dibe û behsa wan dike. ew jî vê çîrokê vedibêje 
Çîrokek guhertiye bi honandin û tevna xwe. Mijar zilma mêr e û elimandina ereqvexwara mêr e. Zimanê çîrokê ji biwêjên çêran ava bûye. Dîsa peyva kûçik ya sereke derdikeve pêşiya me.
Çîroka pişik û pisîk
Ev çîrok bi mijariya xwe rojevî ye û xweş e. Sermijara “ote-nazî”ya ku kûçikên li sikakê û jehrdayîn e. 
Jehrdayîna kûçikan sermijar e. Lê cixar vexwurê me vê dibîne qet deyn nake û li dû xweşikbûna keçikê ketiye. Ne xema wî ye ku cend pisîk hatine jehrkirin an ne jehrkirin.
Çîroka Gunehkarî
Lehengên me û hezkiriya wî Seyranê û dotmama wî di nava çîrokê de ye. Çîrok bi bin şiûra Seyranê hatiye tevinandin û çîrok di bîra leheng de zîl daye. Lehengê me ku ji dêvla bi Seyranê re bizewice berê xwe daye dotmama xwe ya 8 sal jê piçûktir.
Lê çîrok bi dû beşa hatiye nivîsandin yek jê qala limêj û mirina bavê xwe dik,e yek jî qala bîra xwe dike lê ev herdû bi hostayî bi hev nehatiye kejilandin, xav ma ye. Çîrokek pêşketiye.
Çîroka Derî Hene
Çîrokek ku li ber deriyê evînê yê. Lê serlehengê çîrokê timî di nava mejiyê wî de tasewasek heye li hemberî evînê û evîna xwe, tim li dilê wî li poşmaniyê dixe. Ne dev ji keçikê berdide ne dilê wê rihet dike.
Çîroka Perê
Tosin serlehengê çîrokê ye. Tosin wextê mamosteyê zanîngêhê bû bi rêya KHK’yê ji kar avêtine û bi ser de lêxistine û 500 euroyî yê gicir gicir ji bêrika wî derxistiye. Piştî wê derûniya wî xira dibe bi qasî 10 salan bi vê nexweşiyê dikeve û kesê ku diravê gemarî bi wan re dibîne dîn û har dibe. Bi vê mijarê mijara KHK’yî tîne ziman. 
Çîroka Îşlikê Spî
Çîrok li zanîngehê derbas dibe. Rexmî gava ku dike here bi hevala xwe re, hevdû bibîne dikeve xeyalan wekî her wextê. Lê di mejiyê wî de tu tekîlî tune ye hew pevşabûn heye. Lehengên wî di piraniyê çîrokan de timî di xew de ne yan jî çîrokê di xewn de dibîne. Serlehengê çîrokê bi tevahî, xeberok e, xwernediye, xeyalperest e, bê armanc e, rojane dijî, xewar e, nexweş e, mirarî ye. Mijarên çîrokan piranî bîrek di xew de ye û bavekî mirî di her çîrokê de xwe dide der.
Çîroka Gotinên Xwedê
Mele Mesûd û Sofî Mihemed, ji Hecî Keser hez dikir. Piştî ku Hecî Keser di 7O saliya xwe de çûbû ser dilovaniya xwe. Gava Mele, name bi destê suxtê xwe Sofî re şand ji Keserê re haya wî ji bayê felekê tune bû ku suxteyê wî jî dil berdaye Keserê û wê tu carî ew name neçe ji Keserê re. Ta ku Sofî li xwe mikûr hat li ser mezelê Keserê. Dikeke sînematografîk e ew mezel. Ew şîn ew êşa dil ya du kesan yek a Mele yek jî Suxtê wî, li ser wê mirinê çîna wan wekî hev e ji xêncî xîtabeta wan yek” Mele”yê din suxte “Sofî”ye hê. Lê ji hezkirinê re polên wan dibe wekî hev. Çîrokek mekanê wê li gund e, çîrokek ji rêzê ye lê Mele û Suxtê xwe, ji qîzekê hez bike tew li gund ev tiştekî “absurd”e lê li mikurhatina herduyan ya li ser mezel û herdû bi tenê qûrqûra wan tiştekî  trajik e.
Çîroka Namûs pûşîla wî bû
Di vê çîrokê de gelek metn bi lawazî bi hev hatiye kelijandin. 
Mînak: Wextê Rengîn dike bi vê rêwiyê zankoyê û piştê wê hema ders dest pê dikê (di vir de kelajandina metna navbêr ketiye û xwe negihaştiye hev û mîna du metnên cuda disekine. rp 105
Hinek hevok temam nekirine û mantiqê hevokê tevlihev e.
Mînak: Rengîn dibêje: ha, naxwe baş e bila tiştek bi te neyê ewê din qet. rp 107 (ewê din qet çi yanê?)
……Hebekî xwe guneh dike rp107
……Bi dengekî giran dest pê dike rp 107 
Welhasil Rengîn hiş ber dide û li pê namûsê dikeve. Halbûkî yê di derbarê namûsê de herî berfireh qal kiribû ew bû rp 108 “Namûs ne bi tenê nava herdu ranê jinekê ye. Namûs nav e, xak e, mal e, ango rûmet e” Lê bala me lê be ku kesê di derbarî tiştekî an jî mîna namûsê qal bike tê bizanibe berevajî vê dijî mînak: Rengîn, xweha xwe jî kuştiye, hîn jî dev ji namûsê bernade heta ku mejî dixwe.
 

**

 

Nivîsên din ên Ar-da Janxwar ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Dahurandina pirtûka 'Gevez'

- Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”
- 
Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
- Dahûrandina romana 'Kulmek Morîkên Şînbirik'*

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Şamê hikumet ragihand, kurd têde tune ne

ad

Pîrozbahiyeke taybet ji bo jinên kurdan

ad

Nifşên berê, nifşên nû û xebata zimanzaniyê

ad

Civîna Yekîtiya Bajarên Dîrokî li dar ket

ad

Li Başûr gelo siyaseta MALBATistan ango Monarşî têk çû yan na?

ad

Festîvala Cannesê jî hat taloqkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname