Diyarname
Sedsala 13'yan, Moxol dinyayê didin ber xwe, lê dema digihîjin Farqînê serê wan li kevir dikeve. Tam du salan dikarin Farqînê bi dest bixin. Em qala "Destana Mîr Mihemedê Eyyubî (1258), Şerê Farqînê Li Hember Moxolan" dikin.
Destana ku ji aliyê Ramazan Temelkuran ve hatiye amadekirin, ji Weşanên NA'yê derketiye. Temelkuran dibêje, "Dema ku min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdar bûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan, min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bê li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bê zanîn."
Li Farqînê li hemberî Moxolan berxwedaneke gelek mezin li dar dikeve. Du salan dikarin Farqînê dagir bikin. Loma jî xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut ê ku Farqîn dorpêç kiribû re nameyeke dişîne û dibêje, "Min paytexta Ebbasiyan, cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê 6 rojan de stand, lê ev du sal in hê te nekariye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî."
Farqîn di bin rêberiya Mîr Mihemed Kamil de berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Du salan ber xwe didin, heta ku? Temelkuran wisa dibêje, "Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne. Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşiya webayê ba, Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin."
Kurdên ku her demê bi berxwedana xwe ji bo mirovahiyê bûne sembol, di vê berxwedanê de jî dibin sembol. Temelkuran bi vê gotinê girîngiya vê berxwedanê ji bo dinyayê vedibêje, "Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re bûye mînak, wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin."
Pirtûka niha li ber dest pirtûkek piçûk e lê careke din serbilindiya kurdan, rûpeleke paqij a ji dîroka kurdan nîşan dide.
Ramazan Temelkuran kî ye?
Amadekerê pirtûkê Ramazan Temelkuran mela ye, di sala 1987'an de hatiye dinyayê. Perwerdehiya medreseyê dîtine, ji bo dewamkirina wê çûye Sûriyeyê, ji sala 2011'an ve bi awayekî fermî li Tirkiyeyê meletî dike. Heta niha çend pirtûkên wî derketine.
- Destana Mîr Mihemedê Eyyubî (1258), Şerê Farqînê Li Hember Moxolan / Amadekar Ramazan Temelkuran / Weşanên Na/ 59 rûpel / Destan / 2024
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.