Diyarname
Vê hefteyê karê vîzyonê kesad e: Tenê du fîlm vê hefteyê ketin vîzyonê: Battle For Terra û G. I. Joe: The Rise of Cobra.
Fîlmê "Battle For Terra" ya anîmasyonî li Tirkiyeyê bi navê "Terra'yi Kurtarmak" (Rizgarkirina Terra) bi dublaja tirkî ketiye vîzyonê.
Terrayî ku li ser ewran, li bajarê ku erd nikare wê ber bi xwe ve bikişîne de dijîn. Terrayî, mirovên ku ji felaketên hawirê reviyane, hatine ezmanan û grestêrka wan dagir kirine wekî ku Xwedê bin pêşwazî li wan dikin. Tenê keçikeke dilpola Mala têkoşînê didomîne. Mala pîlotê keştiya fezayê ya dagirkeran Jimi rizgar dike. Mala û Jim dê li çareya hebûna bi hev re a her du nijadan bigerin.
Ji bo fragmanê:
***
G. I. Joe: Kobra’nin Yukselişi - G. I. Joe: Bilindbûna Kobra - G. I. Joe: The Rise of Cobra
Fîlmê ku derhênriya wî Stephen Sommers kiriye, Adewale Akinnuoye, Christopher Eccleston, Joseph Gordon û Sienna Miller têde lîstiye.
G.I. Joe ku komeke ji ajanên bijartî pêk tê, ji çiyayên Asyaya Navîn heta çolên Misrê, ji kolanên qelebalix ên Parîsê heta Qutba Bakur li her derê li hemberî ticarê çekan Destro û rêxistina Kobra ya ku dixwaze dinyayê bixe nav kaosekê têdikoşin. Ji bo vê yekê jî kom teknolojiya casûs û techîzatên leşkerî bikar tînin.
Ji bo fragmanê: G. I. Joe


