logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Hejmara mirî yan derket 95'an

Ev nûçe her tê nûkirin...

  • Dîrok: 10/10/2015
  • Beş: Nûçe

...Ev nûçe her tê nûkirin...

23.00

Agahiyên ji HDP'ê tên qala mirinê 106 kesî tê kirin lê Navenda Kondînasyona Serokatiya Tirkiyeyê dibêje 96 mirî hene. Xeberek din e nexweş  jî ew e ku ji birîndaran ên xidar hene. 

17.40: 
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu: 86 kesî jiyana xwe ji dest daye. 28 jê bi giranî, 186 birîndar hene. Me 3 roj şîna neteweyî ragihand.

Wisa diyar e 2 kesan wekî bombeyên zindî xwe teqandine.

16.45:

Komîteya Amadekar a Mîtîngê: Me 3 roj şîn îlan kir. Roja duşem û sêşem jî ji bo şermezarkirina bûyerê emê grevê dikin. 

15.50: Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş:

Heta îro hema berpirsek jî derneketiye holê. Dema kesek twittek diweşîne cih de dibînin û tewqîf dikin. Berî hilbijartinê 150 mirovên me mirine, berpirsek jî li holê nîn e. Lêpirsînek cidî jî nîn e. Ji bo ya îro jî dê tiştek nekin. Heta niha rêveberek îstîfa kiriye? Na. Wê çaxê diyar e ku ji meseleyê kêfxweş in. Ji bo vê tabloyê kêfxweş in. Ev yek ne êrîşa ku li hemberî yekîtiya dewletê û yekîtiya gel hatiye kirin, ev êrîş ew êrîş e ku dewleta me li hemberî gelê me kiriye. Tu serokê dewletê bila ranebe sersaxî ji bo rêberên dewletê neke, em qebûl nakin. Divê ji bo gel sersaxî bixwazin.

Yên ku kêfa wan hatine jî hene, li ser medyaya civakî em wan dibînin kêf dikin û hin me sûcdar dikin, dibêjin me bi xwe bombe kiriye. 
Em ligel wan ne bira ne, ligel yên kedkar, yên bi hesiyet em bira ne, em bi wan re dixwazin bijîn, em bi qatilan re naxwazin bijîn, encax em dikarin li hemberî wan ber xwe bidin.
Di demên wisa de bi hevkariya kesên tên çewsandin em dikarin bûyerên wisa li dû xwe bihêlin. Bi hev re li hemberî faşîzmê emê ber xwe bidin. Bi wan re biratiya me heye, bi çeteyên li meydanan bang didin re em ne bira ne.
Bawer bikin hûnê derkevin pêşberî dadgerê. Wê roj bê, dê hesab ji berpirsên wan bê pirsîn. 

15.45:
Wezîrên Tirkiyeyê Wezîrê Karên Hundir Selami Altinok, Wezîrê Edaletê Kenan İpek û Wezîrê Tunduristiyê Mehmet Muezzinoglu bi hev re derketin pêşberî çapemeniyê û axivîn. Wezîrê Tenduristiyê: 62 kesî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye, ji birîndarên ku anîne nexweşxaneyê jî 24 kesî, bi giştî 86 kesî jiyana xwe ji dest daye. 186 kes jî birîndar in.
Tiştê balkêş Wezîrê Karên Hundir li ser pirsekê got "Kêmasiya ewlehiyê nîn e" û li ser pirsa "Tuyê îstîfa bikî jî?", diyar kir ku tiştek wisa nîn e.

15.25:
Ji şahidên komkujiya Enqere Ferdî Tekmen diyar kir ku dema çû mitîngê komekî polîsan li aliyê rê disekînîn û wiha got: "Ez çûm destşoyê. Ji ber ku dor hebû ez vegeriyam. Dema ez vegeriyam teqîna yekemîn çêbû. Nêzî 20 metre hebû. Min dest bi revê kir û 5 saniye şûnda qetîna duyemîn pêk hat. 15 deqe berî bûyerê polîsan wesayîta xwe ya zirxî terk kirin. Deriyê wesayîtê vekirî hiştin û cihê bûyerê terk kirin." (Ev agahî ji DÎHA'yê hate girtin)

15.00:
Li Tirkiyeyê twitter jî facebook jî niha nayê bikaranîn. Her du jî hatine asteng kirin. 

14.15:
Piştî sê saetên bûyerê hê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Selamî Altinok û du wezîrên din hatin cihê bûyerê. Gel wezîr protesto kir, ew di cih de ji cihê bûyerên çûn.

14.00
Maseya Qeydarê ya HDP'ê: Li gor agahiyên gihîştine ber destên me hejmara miriyan 69 e.

13.30:
ÎHD: Li herêmê lêkolîn didome, dibe ku hejmara miriyan ji agahiya Wezîrê Karên Hundir eşkere kir zêdetir be.

13.30: KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE (Her ku nav bê emê lê zêde bikin):
- Rêvebera Navçeya HDP'eya Karşiyakaya Îzmîrê Ayşe Deniz
- Ji HALKEVÎ'ya Antakyayê du kes... 
- EMEP'ê ragihand ku 6 endamên wan wefat kirine, 26 birîndar hene.

12.40:
Endama Konseya TTB'Ê Hande Arpat: Ji ber polîsan gaz avêt destpêkê me nekarî mudexele yê birîndaran bikin.

12.20:
Wezîrê Karên Hundir: Tê texmîn kirin ku 30 mirî, 120 birîndar hene  

12.00:
- Konseyê TTB'Ê  ( Türk Tabipleri Birliği - Yekîtiya Tabîbên Tirk) maseya qeyranê çêkir. Ji bo têkilî Telefon: (0 312) 231 31 79

- ÇHD (Komeleya Hiqûqnasên Hemdem), OHD (Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz) û ÎHD (Komeleya Mafên Mirovan) Maseya Qeyranê saz kiriye û ragihand ku çi foto, vîdyo, yan agahî hebin bila bişînin ji wan re.

11.40:
Her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Qala 30 kesî tê kirin (ev agahiyek ne teqez e) 

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ji bo IMC Tv axivî:

"Em rastî komkujiyek mezin hatine. Êrîşek wehşî ye. Ev bûyer tam dişibe bûyera Pirsûsê, dewama bombeya Amed û Pirsûsê ye.

Zindî yan nezindî bombeyek alçax e, piştperde ne veşarî ye,  yên digotin 'wê wekî lehî xwîn birije' hene.

Agahiyên sibê dê PKK şerawestinê bike tê. Di demek wisa de, di dema herkes li benda hêviyê bû de alçaxiya herî mezin li paytexta welat hate kirin.

Niha dê Serokwezîr derkeve bûyerê şermezar bike lê polîsên di bin emrê wî de ji bo birîndaran nebin rê digirin, gazê davêjin gel

Me xebatên xwe yên hilbijartinê dan rawestandin; li cihê cenaze li erdê bin em nikarin xebata hilbijartinê bikin."

11.30:
Ji nexweşxaneyên Îbnî Sîna, Hacettepe û Nimûneyê banga daxwaza her cure xwînê hat kirin.

11.10:
Sirri Sureyya Onder: "Em li pêş bûn, aliyê paş ê korteja me teqîn çêbû. Li qadê erebeyek gumanbar heye, polîsên bombeşikîner hatin.
Sê teqîn çêbûn, yeka mezin li konteja HDP'ê û diduyên din ên sivik çêbûn."

10.10:
Polîsan piştî teqînên gaz avêt gel, ava şid jî. Îdîaya dixwazin delîlan winda bikin ket rojevê

10.04 (Bûyer berî saet 11'an çêbûye):

Îro li Enqereyê dê mîtînga aştiyê çêbiba, berî mîtîng dest pê bike li nêzî Gara Trênê teqîn çêbûn, birîndar hene.

10.00:
KESK, DİSK, TMMOB û TTB'ê mîtîng organîze dikirin û partiyên siyasî wekî HDP û EMEP'ê jî piştgirî didan.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Tirkiyeyê ev jî çêbû: Hakêmek biyanî tê

ad

Li Kurdistanê BDP, li Tirkiyeyê HDP

ad

Serokê Kurdî-Dera Batmanê hat girtin

ad

Maçên îro derdikevin pêş

ad

Festîvala Stenbolê li benda fîlman e

ad

Bafil Talabanî ligel Şêx Cengî 3 kesên din jî qewirandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname