Diyarname
Serokê Giştî yê CHP'ê Deniz Baykal vê carê gaveke din avêt: Bila Newroz bibe betlaneya fermî.
Li gor nûçeya Okan KONURALP a di Hurriyetê de Baykal daye zanîn ku Newroz û 1 Gulan di asta betlaneya fermî de ne û ger bigihînin îro, negihînin dê hefteya pêşiya me ji bo ev her du roj bibin betlaneya fermî dê pêşniyarnameyeke bidin meclisê.
Di nûçeyê de gotinên Baykal wisa hatine neqilkirin: "Rêya pîrozkirina Newroz û 1 Gulan a bi biratî ya herî xweş bi vî rengî ye."
Li gor nûçeyê CHP'ê "Plana Aştî, Kurd û Proleteryayê" amade kiriye.
Wekî notek: Ger bê pirsîn qada ku herî zêde gotin lê dibarin kîjan e, bersiv helbet dê qada hilbijartinê be. Û wekî gelek hilbijartinan di vê hilbijartinê de jî gotin dibarin. Lê dîsa jî xwezî gotin bêne cih.