Diyarname
Fotografkêş Murat Yazar ku li Herêma Kurdistana Federe hatibû binçavkirin, hat berdan. Piştî agahî ji Yazar nehatibû girtin gelek weşanan nûçe çêkiribû, li ser tora civakî tag hatibû vekirin. Me jî nûçeya li jêr çêkiribû. Piştî vê yekê ber êvarkî eşkere bû ku Yazar ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistana Federe ve hatiye binçavkirin. Rojnameger Îhsan Kaçar ragihand ku ew hatiye berdan. Asayîşê bi sedema "Ketiye herêma qedexe" ew binçavkiribû.
***
Nûçeya me bi vî rengî bû:
Fotografkêş Murat Yazar li ku ye?
Fotografkêşê navdar Murat Yazar ji 14'ê tîrmehê ve naxuye û ji bo dîtina wî hevalên wî kampanyaya piştgiriyê daye dest pê kirin.
Fotografkêşê xelatgir Murat Yazar ji Rihayê ye. Li nûçeya MA'yê dema li ser projeya kişandina fotoyên Dicle û Firatê dixebitî li Başûr winda bûye. Li gor agahiya ku hevalên wî belav kirine 14'ê tîrmehê herî dawî li Zaxoyê hatiye dîtin û ji wê rojê de qet agahî jê negirtine.
Yazar ê ku bi fotoyên reş û spî yên çiya û newalên kurdan, yên portreyên kurdan kişandine bûye navdar.
Di daxuyaniya hatiye belavkirine wisa hatiye gotin, "14'ê mehê li Zaxoyê ji otela xwe bi peyatî derketiye çûye. Ji hevalekî xwe re gotiye, ji bo wî bibe qeraxa Çemê Dicle aliyê nêzî sînorê Deriyê Brahîm Xelîl li teqsiyek geriya ye. Dibe xxwestiye heta ber deriyê Pêş Xabûr here. Heta 19'ê mehê
ji ser whatsapê re peyam çûne, lê bersiv nedaye û êdî telefona wî jî hatiye girtin."
Murat Yazar li Îtalyayê dijiya. Niha ji bo projeya kişandina fotoyan hatibû.
Ji bo têkilî:
Yakup Baran Yazar: +90 532 240 68 81