Diyarname
Belgefîlmê bi navê "Ekumonopolis: Ucu Olmayan Şehir" ku li ser veguherîna bajarê Stenbolê ye û hêjayî temaşekirinê ye, ji bo yên bixwazin heta 31'ê gulanê dikarin li CineMajestic a li Beyogluya Stenbolê temaşe bikin.
Her wiha belgefîlm li Enqereyê jî li Sînemaya Kizilirmak tê nîşandayîn.
Belgefîlmê derhêner İmre Azem ê bi navê "Ekumonopolis: Ucu Olmayan Şehir" (Ekumonopolis: Bajarê Bêserî) 4'ê gulanê ket vîzyonê û niha li hin cihan li vîzyonê maye. Yên ku bixwazin heta 31'ê mehê dikarin herin li CineMajesticê lê temaşe bikin.
Çawa li Stenbolê dest danîne ser ereziyên xelkê, bajar çawa hat talankirin û mijarên bi vî rengî mijara sereke ya belgefîlm e. Belgefîlmê 90 deqîqeyî hêjayî temaşekirinê ye.
Ji bo yên bixwazin seansên CineMajestic wisa ne: 11:30 - 13:30 - 15:30 - 17:30 - 19:30 - 21:30
Li Sînemaya Kizilirmak a Enqereyê jî tê nîşandayîn lê li wir seans nîn in, yên bixwazin dikarin bi telefonê xwe bigihînin û seansan fêm bikin.
Kunye:
Nav: Ekümenopolis: Ucu Olmayan Şehir
Cure: Belgefîlm
Derhêner: İmre Azem
Senaryo:İmre Azem
Vesazkirin: Eray İlhan, Arzu Volkan
Sazkarên Alîkar: Kaan Çuhacı, Fikret Manoğlu
Mawe: 98 dq.
Ji bo kesên eleqedar:
Beyoglu CineMajestic Tel: 0212 244 54 57
Ankara Kizilirmak Tel: 0312 425 5393