Diyarname
Kovara muzîkê Ziryab hejmara xwe ya 3'yemîn pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Di vê hejmarê de Ziryabê albuma "Bijareyên Ziryabê" jî amade û wekî diyarî pêşkêş kiriye.
Di kovarê de dîsa gelek hevpeyvÎn û nivîsên li ser muzîkê hatine weşandin. Di beşa hevpeyvînan de ligel du komên cîhanî yên muzîkê Inti Illimani û Orphaned Land, bi Mehmet Bayrak, Ganî Nar, Diana Wekil, Maviş Guneşer, Xoşnav Têlo, Dogan Çelik, Ertan Tekin, Guven Erkin Erkal, Yunus Dişkaya, Olgun Eren, Stêrka Karwan, Yeqîn, Xecê, Çiya û Akademiya Ma Muzîkê re hevpeyvîn hatine kirin.
Di vê hejmarê de dosayyek bi kirkanckî (zazakî) hatiye amade kirin. Di bin edîtoriya Şadê Agon, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn û Welat Ramînazad de, derbarê Rêncber Ezîz de dosya hatiye amadekirin. Her wiha ji bilî vê dosyayê bi Mavîş Guneşer û Dogan Çelik re jî bi kirmanckî hevpeyîn hatine kirin.
Besime Şen, Îbrahîm Sarisu, Seyda Goyan, Ardî Zêdo, Erdem Şalva, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn, Welat Ramînazad û Twana Hama bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Bijareyên Ziryabê hat
Kovara Ziryab ku par pêşbaziya muzîkê dabû dest pê kirin û îsal bi encam bûbû, di pêşbaziyê de stranên ku bi ser ketibûn niha wekî album pêşkêş kir. Albuma ku navê "Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê" hatiye lêkirin wekî diyariya kovarê tê belavkirin. Album, ji stranên 11 kesên cuda pêk tê ku gotin û muzîk aîdî wan bi xwe ye. Aranjoriya du stranan Harûn Elkî kiriye. Stranek Erdem Altinses çêkir û yên mayî jî Gokçe Selim arjane kir û bi vî awayî albûm temam bû. Di albumê de kesên wekî
Teşqele, Serdar Alaz, Nikwan Qaderî, Nadia Visser, Harun Ruzgar, Erdal Med, Ferit Sevim, Rizgar Akan, Vedat Taniş, Aziz Arslan û Omer Ayhan cih digirin û album ji aliyê Ses Mediyayê ve hatiye tomarkirin.