Amed
Duh êvarê di navbera Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de şewatek mezin derket. 5 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Tê gotin ku ji têlên elektrîkê şewat derketiye û gundî vê dibêje, "Walîtî dibêje ji giyayê hişk şewat derketiye, na ji têlên elektrîkê derketin. Bi salan e em dibêjin van telan nû bikin, kes guh nade me."
Xelkê, düre tîmên agirkujî hewl dan pêşî li şewatê bigirin lê nekarîn, pêdivî bi helîkopteran hebû lê nehatin. Vê sibê helîkopterek hat alîariyê.
Bilançoya pêşî bi vî rengî ye:
- Hejmara kesên di şewatê de mirine derket 11'an..
- 10 jê bi giranî 44 birîndar hene.
- Birîndar rakirina nexweşxaneyên Mêrdîn, Amed û Rihayê.
- Bi hezaran donim erdê gerim û gilgil ket ber şewatê.
- Bi sedan sewal wekî bizin, mî telef bûn.
- Piştî şewatê niha ji bo sarkirina erd mudexele tê kirin.
Foto: Mujdat Can / Ajansa Mezopotamyayê (MA)
**
Nûçeya li ser şewatê:
- Li Şemrex û Çinarê şewat çêbû, mirî û birîndar hene