Diyarname
Şaredarê Wanê Bekir Kaya ji bo pêşberendamtî roja 14'ê mehê çû avahiya BDP7a Wanê û serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Rêxistina Wanê ya BDP'ê da.
Kaya berî ku ji bo hilbijartina 2014'an serî li komîsyonê bide li avahiya BDP'ê ji bo çapemenî got: "Di 5 salên ku me xebat kir de bi rûmeta xwe me xebat kir û ji bo 5 salên din emê bi eniyeke paqij xizmetê gelê xwe bikin."
Hevserokên BDP'a Wanê Musa İtah û Figen Yaşar serîlêdana Kaya girtin. İtah li ser mijarê wisa got: "Gelê me meraq dikin gelo dê Şaredar Bekir Kaya careke din bibe berendam? Em jî zêde gel di nav meraqê de nahêlin û em dibêjin Bekir Kaya ji bo careke din bibe berendam serî li komîsyonê daye. Bila bi xêr be."
Piştî serîlêdanê partiyiyan bi çepikan pêşwazî li Kaya kirin.