Diyarname
Ajansa Mezopotamyayê (MA) roja 20'ê rezbera 2017'an de dest bi weşanê kir li ser kurdan nûçeyên girîng diweşîne. Malpera ajansê heta niha gelek caran hatibû sansurkirin, niha careke din hat sansurkirin.
Vê carê 3'yemîn Dadgeha Sult Ceza ya Kayseriya Tirkiyeyê qedexe danî ser malpera ajansê. MA heta niha gelek caran hatibû girtin û her carê hatibû qedexekirin bi hejmarek din dest bi weşanê dikir. Vê carê navnîşana wan a "mezopotamyaajansi27.com" hat qedexekirin.
Ajansa ku heta niha gelek xebatkarên wê jî hatibû binçavkirin, hatibûn girtin, ligel her tiştî xebata xwe didomîne.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li ser xeta rasteqînî û heqîqetî 3 sal