Diyarname
Welîd Hes Hemîn ê demek di Ronahî TV de xebitî û ev 3 sal bûn li Rojava di nav xebatên Nefel Produksiyonê bû, roja 28'ê gulanê mir.
Nefel Produksiyon li Rojava li ser mijarên çandî, civakî, dîrokî û siyasî bername, belgefîlm û dokumanterên cihêreng bi zaravayên cuda ya zimanê kurdî amade dike. Welîd Hes Hemîn yek ji xebatkarên vê produksiyonê bû.
Nefel Produksiyonê daxuyaniyeke belav kir û got, "Welîd Hes Hemîn di dîroka 28'ê meha 5'an a 2024'an de ji ber nexweşiya penceşêrê ya xwînê li paytexta Sûriyê Şamê dema tedawiya xwe dikir koça dawî kir. Serê malbat û hevalên wî sax bin."
Welîd Hes Hemîn roja 5'ê avrêla 1993'yan li Kobanî hatiye dinê. Ew di sala 2016'an de ket nava qada ragihandinê. Wî di kanala Ronahî TV de kar kir, paşê di sala 2021'ê wekî wênegir tevlî Nefel Produksiyonê bû.
Hemin zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.


