Lîstikvana basketbolê Millica Daboviç ku wêneyên xwe ketibû rojevê bi ser koma Çarşi ya Beşîktaşê de hêrs bû.
Lîstikvana basketbolê û mankena sirb Millica Daboviç ku ji tîma basketbolê ya Beşîktaşê hat qewirandin wita got: "Ji sporkareke wêdetir bedeneke min a xweşik û seksî heye. Çima li vî welatî nîşandayîna van, parvekirin, ecibandin û xeyalkirin eyb e min fêm nekir? Li aliyê me tişteke wisa nîn e. Dema min bihîst tîma min ez ji tîmê qewirandime ez gelek giriyam. Hê jî bişev ez digirîm. Beşîktaşê ku min gelek jê hez dikir şaşiyek li hemberî min kir. Wekî gelek sal berê li hemberî Pascal Nauma jî kirin. Em her du jî serketî bûn, lê em stêrkek seksî bûn. Gelo ji ber vê yekê em hatin qewirandin? Xwedî Çarşî xwedî li me derketa. Ew jî xwedîl li me derneketin."
Lîstikvana tîma basketbolê ya Beşîktaşê Millica Daboviç piştî ku ev wêne pêşkêşî kovareke kiribû Beşîktaşê ew ji tîmê qewirandibû.