logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ji Doyê sê pirtûkên nû

Weşanxaneyê Do sê pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanan kir. Ji van yek jê helbest û du jê jî roman in.

  • Dîrok: 11/10/2009
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanxaneyê Do sê pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanan kir. Ji van yek jê helbest û du jê jî roman in.

Rondikên Hêviyên Wenda

Fêrgîn Melîk Aykoç ku gotarên wî, bi nivîs û pirtûkên wî yên li ser ziman em disin vê carê bi navê romaneke bi navê "Rondikên Hêviyên Wenda" li pêşberî xwendevanan e.
Aykoç di pirtûka xwe de novelên xwe bi sernavên "Bê qelind", "Pişk û şû", "Min xwelî li serê", "Ev mêr e, yan lorîkê min e", "Dotmam û pismam" pêşkêş kirine.
Ew, di pirtûka 247 rûpelî, di novela bi navê "Dotmam û pismam" de wisa dibêje: "Ew zinarên li diharê Girê Bîra Fendo bi guriniya ruxwandinê hêla warê Qasiman ve şeqitîn. Ba û bagerê kon û mal li hev gerandin. Dengê hawar û şînê li warê Çapanikê hêwirî. Xweza û esman çiya û banî xwestibûn bi vê tofanê, tirseke erjengê nayende têkin dilê kesên wek Mendo serhişk in. Erd û esman hatin ziman û gotn:
'Em tiştekî wisa bikin, bila bibe şoreşekê û encamê wê ti caran neyê ji bîr kirin.'
Tirs ket dilê Mendo, poşmanî ew girt, çavên wî xwîn rijiya, lewçe çira mala xwe û pêşeroja xwe bi destê xwe dabû vemirandin. Xwe bi xwe got:
'Ev çi xwelî bû min li xwe kir! Ev çi gû bû min xwar! Mala xwe wêran kir! Divê gel bila min lînç bike. Da ku ti kesên din vê zulmê li zarokên xwe nekin.'"

Rêwiyê bê welat

"Rêwiyên bê welat" romana Ozgur Kiynak e ku ji Doyê derketiye. Roman wekî pirtûka yekemîn, duyemîn heta pirtûkan şeşemîn hatiye nivîsandin. "Pirtûk" bi van sernavan hatine nivîsandin "Box", "Peyçûn", "Evîn", "Rê", "Jan", "Armanc". Pirtûka ku ji 143 rûpelan pêk hatiye di heman demê de di tehma çîrokan de ye.
Ozgur Kiynak di van beşan de di beşa "Rê" de wisa nivîsiye:
"Derî ji carekê de vebû û tevê xeberdanê Brûsk şikiya nav odê.
'Sibê komekî dişînin û yên din jî hema li dû wan dê herin.'
'Bi keştiyê? An çawa dişînin?'
'Keştî betal bûye. Darayiyê dest daye ser. Deynê vî hebû ye. Lê yeke din kirê dikin. Niha dê me bi teyarê bişînin.'
Kanî tevî xewê, hewcedarî dît ku gotinên wan guhdar bike. Yên ku li odeyê radiziyan hemû ji nav nivînê xwe firiyan û wî guhdarî kirin."

Ji bo Kurdistan

Pirtûka din ku ji Doyê derketiye pirtûka helbestan e. Pirtûka nivîskar Herbijî bi navê "Ji bo Kurdisan" hatiye weşandin.
Nivîskar Herbijî xwedî jiyaneke cihêreng e. Navê wî bi xwe jî vê cihêrengiyê nîşan dide.
Di helbestên Herbijî de şopa Cegerxwîn xwe nîşan dide. Ew di helbestên xwe de bang li keç û xortan dike, bang li karker, cotkar, ronakbîr û sofiyan, bang li hemû gel dike. Di heman demê de aştî, azadî û neteweperwerî jî xwe nîşan dide di helbestên wî de.
Çarînek ji helbestên Herbijî:
"ji kerkûk û batmanê
benzîn diçe cîhanê
gazî dikin we xortan
warê me ye kurdistan
bes e bes neyarê hev bin!
neyarên me mîlyon in, werin hemû tev bin!"

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmê trajediya kurdan tê kişandin

ad

Fransizan qeybî îngizîlî va "nê"

ad

Vane 'welatên herî baş'

ad

'Okul Tiraşi' Xelata Porteqala Zêrîn girt

ad

Xêzek li ser şewata konan

ad

W li ser 'Li ba jinan wêjeya kurdî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname