Li Hewlêrê wê Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî pêk were
Ferîd Demîrel
Ji Tirkiyeyê edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram, helbestvan Berken Bereh, rojnameger Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû wê beþdarî festîvalê bibin.
Wezareta Rewþenbirî û Lawan ya Herêma Kurdistanê wê Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî pêk bîne. Konferans di navbera 19 û 21'ê Kanûna Paþiyê de li Hewlêrê wê bi rê ve biçe û gelek nivîskar, derhêner, sînemager û rojnamegerên kurd wê beþdarî festîvalê bibin.
Rayedarên ku Konferans li dar dixin ji bianet kurdiyê re gotin ku ji Tirkiyeyê jî edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram, helbestvan Berken Bereh, rojnameger Ali Duran Topuz, nivîskar Pinar Yildiz û derhêner Kerem Tekoglû hatine vexwendin.
Rojê çar panel wê bi rê ve biçin
Konferans 19'ê Kanûna Pêþiyê li Holî Rewþenbîrî saet di 16.00'ê de bi xwendina helbestan wê dest pê bike. Tevlî helbestvan Berken Berehî wê çar helbestvan di vê bernameyê de cih bigirin.
Di Konferansê de wê rojê çar panel pêk werin ku du ji wan serê sibê, du jî wê piþtî nîvro be.
Edîtorê bianet kurdiyê Murat Bayram wê di panelê de behsa “rojnamegeriya edebî” bike ku di sala 2018'an de bi vê formatê pirtûka bi navê “Belkî Îþev Binive” nivîsandibû. Bayramî di pirtûka xwe de behsa wan bûyeran kiriye ku dema qedexeya derketina derve li Sûr, Farqîn, Lice, Cizîr, Silopya, Þirnex û Nisêbînê qewimîne.
Nivîskar Pinar Yildiz wê li ser xebatên kirmanckî ango zazakiyê û nivîskariya xwe ya bi vê lehceyê bisekine.
Di bernameyê de wê belgefilma Kerem Tekoglûyî were nîþandan.
Ji Bîanetê hatiye girtin