Diyarname
Dawiya vê hefteyê, rojên 9 û 10'ê mehê çi li ku heye? Me ew dane hev...
Kerem bikin...
AMED:
- STAND-UP: Li Şanoya Bajêr a Amedê 9'ê mehê saet 19.30 de stand-upa Ozcan Ateş "Dawiya Dawî" tê lîstin.
- ŞANO: 10'ê mehê li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika "Mirina Jeanne D’Arce ya din" heye. Lîstik saet: 20.30 de tê lîstin.
- GOTÛBÊJ: Li Amedê gotûbêjek bi navê "Li ser Berfa Êvarê" heye. 'Berfa Êvarê' navê pirtûka Şêxmûs Sefer e. Di gotûbêja ku Lokman Ayebe wê moderatoriya wê bike de Sefer wê li ser pirtûka xwe biaxive. Gotûbêj 9'ê mehê saet 14'an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ye.
*
WAN:
- STAND-UP: Lîstikvan Erdal Kaya bi stand-upa xwe "Vik û vala" rojên 9 û 10'ê mehê li ser dika ŞanoWan e. Lîstik 9'ê mehê saet 19.30, 10'ê mehê saet 15.00 û 19.30 de dê bê lîstin.
*
MÊRDÎN:
- ŞANO: Li Şaneşîn Performansê 9'ê mehê lîstika "Pergal" tê lîstin. Lîstik saet 19.30 de qê dest pê bike.
- LÎSTIKA ZAROKAN: 10'ê mehê jî li Şaneşînê lîstika zarokan "Şengê û Pengê" wê derkeve pêşberî zarokan. Lîstik saet 15'an dest pê dike.
*
STENBOL:
- FÎLM: Li Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê fîlmekî metrajdirêj tê nîşandayîn. Fîlmê derhêner Nadire Labaki "Where Do We Go Now?" (Niha ber bi ku ve?) wê bê nîşandayîn. Fîlm 9'ê mehê saet 19.00'an de bê pere tê nîşandayîn.
- GOTÛBÊJ-ÎMZE: Mehmet Dîcle kurtedemek berê romana xwe "Berfa Sor" derxist. Niha ji bo danasîn û îmzekirina vê çalakiyek li dar dikeve. Firat Aydinkaya wê moderatorî bike û Dicle li ser romana xwe biaxive,paşê pirtûkên xwe îmze bike. Çalakî 9'ê adarê saet 14'n de li Weqfa îsmaîl Beşikçî ye.
- KURTEFÎLM: Kurtefîlmê derhêner Aram Dildar ê bi navê "Navnîşan" 11ê Adarê li Odeya Bued Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçîyê saet 17.00'an de tê nîşandayîn.
*
STOCKHOLM:
- GOTÛBÊJ-DANASÎN: Danasîna pirtûka nivîskar Aynur Aras "Berf û Berf" li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê li dar dikeve. Aras jî wê beşdar bibe, li ser pirtûkê xwe biaxive û paşê pirtûke îmze bike. Çalakî 9'ê adarê di navbera saet 13.30-16.30 de ye. (Ji bo têkilî: 0707143821)


