Diyarname
Înternet ku bûye parçeyeke jiyana mirovan her ku diçe bi her awayî wan digire bin bandora xwe. Li gor lêkolîneke ku hate kirin hema bibêje ji sisêyan yekê saetekê di nav tora civakî, înternetê de derbas dibe.
Li gor lêkolînê li DYA'yê kesek ji saetê 16 deqîqeyê xwe di nav înternetê de derbas dike.
Li Qraliyeta Yekbûyî ev rêje 14 deqîqe, li Avustralya jî kesek ji saetekê 13 deqîqeyên xwe bi vî awayî xerc dike.
Piştî torên civakî herî zêde kes dikeve malperên kêf û şahiyê, piştî wê malperên kirîna tiştan û dûre jî malperên li ser kar.
Kesên ji ser telefona xwe ya destan re dikevin înternetê herî zêde dikevin e-mailên xwe.