Diyarname
NTV di bin projeya bi navê "Ekrana Kesk" de bala dikişîne ser xwezayê û zindiyên li nav xwezayê.
NTV'yê herî dawî ji bo balê bikişîne ser vê projeyê kurtefîlmekî ku têde muzîkar Emre Altug dilîze kişand.
Di fîlm de Altug jîpek diajo, di qefesa pêre de jî bazek têde heye. Ew diçe nav xwezayê. Ji erebeya xwe peya dibe û van gotinan dibêje:
"Li Newala Mûnzûrê ji ber nêçîrvanên qaçax her roja ku dibore hejmara pezkovî û şemkuran kêm dibe. Haya we ji ve heye?
Li Ayvalikê jî Mercanên sor, ji ber nêçîrvanên bêfikar nêçîrê dikin di bin talûkeyê de ne. Herî dawî ev baz. Lêdane. Bi qasî ku nikaribe bifire di rewşek xirab de ye.
Hê bi sedan mînak hene. Ya herî baş, hûn guleya yekem bera nêçîrvahê hov ê nav dilê xwe bidin."
Û piştî van gotinan bazî azad dihêle.
Bi vê yekê NTV dixwaze piştgiriya ji bo xwezayê zêdetir bike.
Ji bo temaşekirina vîdyoyê:
http://video.ntvmsnbc.com/ntv-yesil-ekrana-destek.html