Diyarname
Ev zilam kesekî 100 salî ye. Yê xelkê di 100 saliya xwe de jî xebatên xwe dikin, wekî yên me li mala xwe rûnanin. Em qala leşkerekî malnişîn ê îngilîz dikin.
Ew li Îngilistanê dijî û gaziyekî ye. Ew, ji bo kampanyaya daye dest pê kirin li bexçeyê mala xwe yê 25 metrekareyî 100 caran geriya ye. Ev zilamê navê wî Tom Moore ye ku bi zorê digere, kampanyaya alîkariyê daye dest pê kirin. Hedefek biçûk dabû ber xwe. Ma kesek sedsalî dê çawa hedefek mezin bide ber xwe? Lê na, kampanya wisa nav da di 48 saetan de 20 mîlyon Euro kom kir.
Ev zilamê ku bi vê kirina xwe ket rojeva hemû welat, televîzyon hatin bi awayekî yekser weşan kirin û ragihandin. Moore ku li ser navê welatê xwe beşdarî Şerê Cîhanê yê 2'yemîn bûye, wekî gaziyekî şer jiyana xwe didomîne û niha bi ev kampanyaya ji bo alîkariya diktor û endamên din ên tenduristiyê çêkiriye di rojevê de ye. Roja înê (17'ê mehê) pereyên gihîştin hev gihîştin 20 mîlyon Euroyî. Li bendê ne ku hê zêdetir pere bêne komkirin. Hat ragihandin ku pereyên ku bên komkirin dê bidin NHS (Serwîsa Tenduristiya Neteweyî) û 150 saziyên cur bi cur.
Zilam dema dest pê kiriye hedefa wî hezar pound (dor 1150 Euro) bû lê gihîşt 20 mîlyonî. Moore bi vê serbilind e. Çima nebe, gelek pere kom kirin, li welat her kes qala wî dike, di serî de BBC û CNN international kanalên dinyayê li ser wî nûçe çêkirin.
Moore piştî meşa xwe wisa gotiye: "Ez gelek sipasiyê dikim. Ev kêliyek nayê ji bîr kirin e. Ez ligel mirovên baş im. Berê di şer de li eniyê leşker hebûn, lê niha artêşa me ji diktor û hemşîreyan pêk tê."
Kaptanên tîmên Premier Ligê yên Manchester United û Arsenalê Rio Ferdinand û Tony Adams, atleta îngilîz a xwedî matalyaya zêrîn a olympiyatê Kelly Holmes jî ji ser înternetê re piştgirî dan vî leşkerê malnişîn.
Serokwezîrê "Îngilistanê Boris Johnson ku ew jî bi vîrusê ketibû sipasiya Moore kir.