Diyarname
Hunermend Ahmet Guneştekîn bi navê "Jûra Bîrê" bi organîzeya DTSO'yê (Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê) 16'ê mehê li Birca Keçikê ya Amedê pêşangeha xwe vekir. Pêşangeh bi beşdariya gelek rojnameger, nivîskaran li dar ket. Di vekirina pêşangehê de Hevserokê HDP'ê Mithat Sincar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hinek siyasetmedarên din jî hebûn. Di şeva destpêkirina pêşangehê de stran hatin gotin, govend hatin gerandin û ev yek, ligel van jî beşdariya hin mêvanan li nav tora civakî bû sedema nîqaşê.
Li nav tora civakî tag hatin vekirin, nîqaş hat kirin. Û îro (19'ê mehê) komek ciwan çûn pêşangehê û pêşangeh protesto kirin. Ciwanan daxuyaniya ku têde "Tiştê li vir hatiye kirin ne pêşangeh e, îxaneta li hemberî gelê kurd, li hemberî gelê Amedê ye. Di bin navê pêşangehê de tabûtên hatine nîşandayîn kuştinên kiryar nediyar in. Wezîra Karên Hundir a wê demê Meral Akşener çeleng şanidye vê pêşangehê. Hem qetil dike hem bi çelenga pîrozkirina van, di dema ku kurdî qedexe ye de bi stranên kurdî vekirina pêşangehê, di dema tenê ji ber ku kurd in mirov têne kuştin de ev tabût, taliqandina pêlavên li jêr idxuyan, ev hemû li hemberî gelê kurd, nirxên kurd îxanet e. Ger bi rastî hûn dixwazin bîrê bibînin hûn li Sûrê binêrin bes e. Malên me xira bûn, di cihê wan de xaniyên tu eleqeya wan bi Sûrê re nîn e hatin çêkirin. Ji ber vê yekê ev ne pêşangeh, îxaneta li hemberî nirxên me ye."
Ciwanan diruşma "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derê" bilind kirin û hin tabûtên pêşangehê ji Sûrê avêtin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Jûra Bîrê' li Amedê vedibe