Diyarname
Hevserokê berê yê HDP'ê, siyasetmedar Selahattin Demirtaş di "Doza Kobanî" de îro axivî. Di doza ku navê "Doza Kobanî" lê hatiye kirin de Hevserokên HDP'ê, Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî jî têde 18 girtî hene, der barê 108 kesi de doz hatiye vekirin.
Di danişîna îro de Demirtaş axivî. Va ye ji axaftina wî çend not:
'SIYASET ÇIMA TÊK ÇÛ?'
- Dest û piyên siyasetê girêdayî ne. Li Tirkiyeyê mirov bawerî bi siyasetê naynin. Ji ber ku tiştên ku mirov li bendê ne siyaset nade wan. Li Tirkiyeyê siyaset çima têk çû? Hêz di destê kî de ye? Kî em avêtine hepsê, kîjan hêz?
- Emê rastiyên dîrokî qet ji bîr nekin. Ji bo vê dozê, hem ji bo dîroka mirovahiyê, hem ji bo dîroka gelê me ji bo ev rastî derkeve holê çi ji destê me bê emê bikin. Bi hezaran kesî dît ku sêv ket erdê, lê tenê Newtonî çimaya wê pirsî. Newton heta bigihîje pîvana erdkêşiyê pirsa çimayê kir. Em jî dipirsin çima? Li hemberî me tiştên xirab têne kirin, çima? Bi salan e em qala van dikin.
- Her çiqas tiştek trajîk e ku ez li dadgeha cezayê giran vê axaftinê dikim lê ev yek deynê min e ji bo dîrokê, ji bo civakê. Ezê îro çavkaniya xirabiyê bînim ziman, balê bikişînim çavkaniya xirabiya zelal.
- Dema me ziman û çandên cuda pêş dixistin em hay ji hev tune bûn. Kengê nifûs bû qelebalix, wê çaxê me li hemberî hev dest bi bazirganî û dest bi şeran kir.
- Me ev wisa pêş ve bir, êdî nasnameyê ku me îcad (Kişf) kiribû em bûn dîlê wê. Eynî wekî pereyan. Ji bo em pereyan bikar bînin me ew îcad kir lê paşê wê em bikar anîn.
- Ev şer, xwîn, hêstir, komkuji, êşîn mezin, nasname, baweri, rûmeta me; di 5 hezar salan de me bawerî pê anî ku ji bo wan gere em bijîn. Lê di 15-20 hezar salan de encax em bi qasî mîlîmek bi awayê biyolojîk pêşketibûn.
PEVÇÛNA BAŞÎ Û XIRABÎ
- Tiştê me li cem hev digire ne Zagona Bingehîn e... Îro li Bahçesaraya Wanê li gundek dema 6 mehan rê tê girtin mirov hev nakujin, dest danaynin ser mal û milkê hev. Ev yek ne bi xêra TCK'ê (Zagona Ceza ya Tirk) bi xêra erdemîbûnê (rûmet) ye. Ji roja ku medeniyet çêbûye erdemî pêşdikeve. Di vê doza niha de du çemên cuda yên hemberî hev bi hev re di pevçûnê de ne. Xirabî û erdemîbûn.
'DEWLETÊ WELATÊ ME DAGIR KIRIYE'
- Gelê me dixwaze li ser axa xwe zikê xwe têr bike û bijî. Tirk jî hezar sal berê hatin. Ew dixwazin zikê xwe têr bikin û bijîn. Eynî wekî fransiz, alnan, cihû, aborjîn, afrîkayiyan. Her kes dixwaze zikê xwe têr bike û bijî. Her kes mafdar e lê ne bi hêz e.Li nav xezayê tenê yên bi hêz dikarin li ser lingan bimînin. Ka me çand îcat kiribû, çi i wê hat? Çi bi ehlaq, erdemê hat? Li gor çandê yê mafdar em in. Dewleta ku hûn, em endamên wê ne makewelatê me dagir kiriye. Aliyê ku peymana erdemîbûnê xira kiriye dewlet e. Ger li vir li sûcdar e tê gerin ew dewlet bi xwe ye, em mexdûrên wê ne. Yên me jî xetayên me çêbûn, ew jî ew xeta ne ku em neketin dû heqîqet û rastiyê. Ji ber em li hemberî yên peymana erdemîbûnê xira kirine nesekinîn, me ber xwe neda em bi xeta ne. Îro ji ber vê yekê em tên edarizandin."
- Her derê dinyayê dagir kirin. Dewlemendên DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), yên Ewropayê, yên Kanadayê sûcdar in. Yên ku ev peyman xira kirine sûcdar in. Em Afrîkayî, asyayî, Mezopotmayayê ne sûcdar in.
'EV KOM HAY JI OL Û NASNAMÊ NÎN IN'
- Katolîk û protestanên îrlandî ku hev dikuştin hay ji 10 fermanên încîlê tune bûn. Pergala li ser derewan hatiye çêkirin heye. Ji bo ol, ji bo bawerî hev kuştin. Ji DAIŞ'iyan bipirsan ka çi yê îslamê dizanin. Yan jî ji komên dikevin kuçeyan, diçin ber avahiya partiya me û torbeyên zer diavêjin çiqas hay ji ol û nasnameyê hene. Hay jê tune ne. Tenê ev ew kom in ku dixwazin zikê xwe têr bikin û jiyana xwe bidomînin. Ev Homo Sapiens in. Eleqeya wan bi çandê tune ye. Ger peymana erdemîbûnê hatibe xirabikirin derfetê bi hev re jiyînê namîne, ku yê ku xira kirine ne em in.
'TU NAVÊ WELATÊ MIN JÎ NAYNÎ ZIMAN'
Di rewşa normal de tiştê me li nav xwezayê dîtiye em dixwin û ev yek serbest e. Lê Hûn nikarin nanek ji firinê bigirin û herin. Dê we biavêjin hepsê. 'Lê pereyên min tune ne', Dibêje, 'Ji birçînan bimire, lê tu nikarî bidizî'. 'Te welatê min dizî ye', 'Tu navê welatê min jî naynî ziman'. 'Tu nikarî bêjî Kurdistan. Tu bêjî ez te diavêjim hepsê, ezê te wekî xayînê welat ragihînim. TCK (Zagona Cezayê ya Tirk) li vir dinivîse. Lê Zagona Cezayê ya Kurdan vê nabêje.' Hêz bi we re ye, em jî dikin vê xira bikin. Ev doz ew doz e ku yên erdemî û yên xirab bi hev re di pevçûnê de ne. Ji ber ku ji roja roj de me erdemîbûn parastiye em bi ser ketine. Me qencî parast û em bi ser ketin. Berdêleke vê heye. Em vê berdelê didin.
'TERORÎSTÊN MEZIN EMPERYALÎST IN'
- Terorîstên herî mezin ên dinyayê emperyalîst in. Yê ku dibêje ez terorîstî bernadim ma ne ligel emperyalîstan mil bi mil e? Tiştên ku Amerîkayê, Îsraîlê kirine em neynin ziman. Paşê ev derdikevin pêş kamerayan û gelê mesûm wekî terorîst radigihînin. Koma G-20 koma kujeran e, NY (Neteweyên Yekbûyî) wisa ye. Netanyahu qatil e, HAMAS qatil e, lê gelê Filistînê, gelê Îsraîlê, gelê kurd mazlûm e. Yên ku pêşî li ziman û çanda gelan digirin qatil in, ne em.
- Wan tabelayên kesk û sor û zer jê kirin, lembeyên trafîkê qedexe kirin. Kî sûcdar e? ME ji mirîşka kesî re negotiye kiş. Welat ê me ye, ax axa me ye, ked a me ye. Ma me Enqere dagir kiriye? Ma em hatine me ziman û çanda wan qedexe kiriye? Yewnan, îngilîz, bîzans hebûn tirkan dijî wan ber xwe da. Dema kurd ber xwe didin çima bibin terorîst? Bi ser de jî bi siyasetî, bi gotinê ber xwe dane. DEma bêjin 'Tu nikarî wisa jî bikî, ev yek dibe sedema fermana te' wê çaxê peymana erdemîbûnê xira bûye.
'EM JI BO MIROVAN QALA BAŞIYÊ DIKIN'
- Em başiyê bi bîra mirovan dixin. Bi xêra başiya mirovan dinya li ser lingan e. Tiştê me tîne ba hev ev başî û qencî ye. XWezî we gotinên me neşanda cem pêzan, ger bijiyana we bişanda cem Hallaci Mansur, bişanda cem Mewlana. Pêzan tenê tiştê dibihîze dibêje. Ger hûn edaletê ji nav xwe derxin hûn nabin hiqûqzan, hûn dibin qesab. Hûn wekî zarokên feqîran bûn, we xwend, hûn bûn dadger. Zarokên dewlemendan nabin dadger-dozger.


