GELAWÊJ EWRÎN
Di nava parkê de dayik li pêş çavên her kesî canê wê dan ber guleyan, pişta xwe danê û çûn. Kesî hesab jî nepirsî, heta gelekan di dilê xwe de got, te qenc kir, te namûsa xwe paqij kir. Sinora 21 salî li parka dayik hat qetilkirin lê tu dayikeke vî bajarî xwedî lê derneket, tenê bi dizîka li pey wê çend rondik barandin. Piştî wê kêliyê êdî ew rondik tu qîmetekî xwe jî nemabû û nînce. Tu dayika vî bajarî ji bo te negiriya, neqîriya û nelorand.
Di berdêla kîjan zêdegaviyên xwe yên li ser jiyana jinan de mêr dest bi qetilkirina jinan dike gelo? Sînor yek ji wan jinan e ku bê tawan hat qetilkirin û kesî dengê xwe nekir, wê demê em çawa bi van tawanan dijîn. Ev tawan e, lê kes newêre behsa wê bike ji ber jinbûn li vî welatî jixwe tawaneke herî mezin e.
Li vir kes li tawanbaran nagere, li wê digerin ka Sînor çima hatiye kuştin û çi qebehet kiriye. Kes nabêje mirovek di nava me de û li ber çavê me bi çend guleyan hat qetilkirin, kes behsa wê qetlê nake. Hemû çav li ser wê ne ku çima xwe da kuştin. Yek behsa wê dike çima di bêrîka wê de du telefon hebûn. Hinek medyayê bêşermane dinivîsî pêlava di lingê wê de bi çiqasî bû. Û ger em qêrîna bêdengiya Sînor bin, em ê bibêjin; we ez bi sûcê dizî û ji rêderketinê, ji malê qewitandim. Paşê qanûna we bi sûcê ji mal reviyaye ez xistim zindanê. We her şev laşê min xwar di tarîtiya hişmendiya xwe de. Niha jî bi sûcê ji malê reviyaye, qeyd û bendên me qetandine, tême kuştin. Hûn min mehkûmî laşfiroşiyê dikin, li vî welatî we laşê hemû welatî firotiye. We rihê hemû welatî firotiye, ne min, we welatiyên min ji mêj ve kuştine, îja ez bimrim jî ji bo we mirî me, ez bijîm jî ji bo we miriyek im!
Di canê gulebarankirî yê Sînor de bi hezarê caran mêraniya qaşo merdên vî welatî dimire û tê gulebaran kirin. Êşên Sînor bi qasî hemû êşên vî welatî mezin in û mirov çiqas dişibe welatê xwe. Mirov çiqas wekî birînên welatê xwe birîndar dibe. Û mirov dikare wekî welatê xwe azad jî be bêguman. Di rewşekê de ku birînên welat di xema kujerên me de nîn in ji ber dîsa yên gule li sînga welatê min dayî, ew kes in ku gule li singa min dan. Hemû jinên Silêmaniyê xemgîn û bêdeng bûn roja wêneyê Sînor di nava parkê de bê can û rih dîtin. Şairekî got; ‘Niha di canê te yê kuştî de mêrek din mir!’ Jinekê got; ‘Ev tawan e û mêr vê tawanê ji bo iştihayên xwe yên cinsî dikin!’ jinekê hawar kir; ‘Sînor ne mirî ye, ew jiyan e!’... hawar û qêrîna li hember vê hovîtiyê wê dawî li vê şermê bîne.
Piştî Sînor gotinên derdorê, piste pista bêmirêz a di guhê hev de, pirsên ku te tawanbar dikin û herî dawî jî bêdengiya jinan li hember vê bûyerê, çîkê bi dilê mirov dixe. Lê Sînor ne mirî ye û em îro diçin li ber dadgeha Silêmaniyê vê bûyerê şermezar bikin. Dilê me hemû jinên Silêmaniyê tije û dagirtî ye lê kes paşve gavê navêje. Em ê bimeşin ber bi Sînoran ve, de bimeşe Silêmaniyê û xwe ji vê şermê rizgar bike!
05.10.2015, Yeni Ozgur Polîtîka
**
REKLAM:
Li ser 'Mîrîtiya Kurdan' dosyayek û gelek agahî