Diyarname
Roja reş ji bo çapemeniyê: Li rojnameya Gunluk, Bîrgun û Tempo24 lêpirsîn û doz hatin vekirin.
Di rojnameya Gunlukê de nivîskarê rojnameyê Veysi Sarisozen nivîsike nivîsî û di nivîsa xwe de got; "Em propagandaya rêxistinê nakin, gel bi xwe dike". Li ser vê nivîsê der barê Sarisozen û Xwediyê Rojnameyê Ziya Çiçekçi de doz hate vekirin.
Ev yekem doz e ku li rojnameyê vedibe.
Di rojnameya Bîrgunê de Hakan Tahmaz bi Serokê Konseya Rêveberiyê ya KCK'ê Murat Karayilan re hevpeyvîneke kiribû. Li ser vê hevpeyvînê der barê Tahmaz, Xwediyê Bîrgunê Bulent Yilmaz û Berpirsê Karên Nivîsaran ê Rojnameyê Îbrahim Çeşmecioglu de doz hate vekirin. Dozger dixwaze sê salan cezaya hepsê li wan bibire. Danişîna dozê 30'ê avrêlê dê li dar bikeve.
Malpera nûçeyan Tempo24 ku li ser navnîşana www.tempo24.com.tr weşanê dike rojnivîsên ku aîdên nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Mustafa Balbay bûn weşand.
Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Bakirkoyê der barê Gerînengeyê Giştî yê Weşanê Dogan Akin, Berpirsê Karên Fermî Murat Koksal û Berpirsê Karên Nivîsaran Mustafa Bakacak de lêpirsîn hate vekirin.