Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê ji bo meha rêbendanê bernameya xwe eşkere kir. Vê mehê 8 lîstikên şanoyê wê li ser dika Şanoya Bajêr derkevin pêşberî temaşevanan.
Bername 5'ê mehê bi lîstika wan bi xwe "Mirina Jeanne D'arce ya Din" dest pê dike ku 6'ê mehê jî heman lîstik dê derkeve ser dikê.
Vê mehê du lîstikên din ên Şanoya Bajêr hene: "Dek û Dolabên Scapen" 19 û 20'ê, "Qral û Travis" jî 26 û 27'ê mehê dê pêşkêş bikin.
Ji bilî lîstikên van, lîstikên din ên mêvan in ku li ser dika wan dê derkevin pêşberî temaşevanan. Ji wan lîstika Teatra Ba "Çinûr" 12 û 13'yê mehê, lîstika Amed Ensemble "Gonulsuz Gonul Doktor" 15'ê mehê, lîstika Mast Tiyatro "Morî" jî dê 18'ê mehê li ser dikê be. Her wiha lîstika Teatroger "Ceyran" 21'ê mehê, lîstika zarokan a Çocuk Sanat Merkezi "Vewremerdim" jî 24'ê menê dê bê pêşkêşkirin. "Vewremerdim" lîstikeke zarokan e û lîstik bê pere dê bê pêşkêşkirin.


