Diyarname
Galaya belgefîlmê derhêner Sedat Kiran ê bi navê "Bilûra Nişo" li Dêra Surp Giragos a li Amedê li dar ket. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên saziyên sivîl û gelek kesên din beşdarî galayê bûn.
Êvara 22'yê mehê galaya belgefîlm li dar ket. Derhêner Sedat Kiran di belgefîlmê xwe de ketiye dû çîroka necar û mamosteyê bilûrê Digran Nişyan (Nişo).
Hostayê bilûrê Dîkran Nîşan ermenî ye. Bavê wî sala 1915'an hatiye kuştin, malbata wî wekî sirgûn dişinin Sûriyeyê, lê ew li Rihayê ji koma sirgûnkirî vediqete û vedigere Amedê. Nîşan (Nîşo) li Amedê li ber necarekî dest bi kar dike. Nîşo li vir mey, zirne û bilûrên xweşik çêdike.
Vîvaldî Zilfo, bi navê xwe yê nasnameyê Zulfî Yokuş jî di sala 1914'an de dema bavê wî wekî leşkerê Osmanî dimire sêwî dimîne. Zulfî ji xemginiyê kor dibe. Lûleya tifingê qulkirî didin dest ku pê raweste, ew wekî bilûrê pif dike û hîn dibe, dibe bilûrvanekî serketî. Dema navê Nîşo dibihîze tê cem wî. Nişo ji bo Zilfî bilûrek taybet çêdike.
Dîkran Nîşan ku serlehengê vî belgefîlmî ye di sala 1998'an, Zilfî û di 1995'an de dimire.
Derhêner Sedat Kiran ji bo vî belgefîlmî dikeve dû çîrokan wan û 3 salên xwe dide belgefîlmi. Belgefîlm niha li Amedê yekem car li dar dikeve.
Di belgefîlm de kurê Nîşa İbrahim Nîşan diçe kuçeyên Amedê û li wan deran diğere. Keça Zilfî, Hatice Yokuş jî qala bavê xwe dike.
Piştî nîşandayîna belgefîlmî Hevşaredara Amedê Bucak amadekearên belgefîlmî pîroz kir û got, "Ez we ji dil û can pîroz dikim, xebateke pir bi nirx derket holê. We ev erdnîgarî pir baş rave kiriye, spas ji bo keda we. Dibe ku çaryek çîrokên ku divê li vê erdnîgariyê bê gotin êş e. Em behsa komkujî, sirgûn û heqîqetê dikin, lê bedewiyeke wê jî heye, bîranîna xwe winda nake, biratî û hevgirtina xwe diparêze, temaşekirina van di fîlmê de pir xweş bû."
Belgefîlmê "Bilûra Nîşo" par li Festîvala Duhokê, îsal li Festîvala Fîlman a Kurdan a Dusseldof û Amsterdamê hat nîşandayîn. Niha jî yekem car li Amedê derket pêşberî temaşevanan.