Diyarname
Klûba Bursayê ku berê erîşê Amed Sporê kiribû vê carê îro êrîşê tîma din a Amedê Diyarbekir Sporê kir.
Di Lîga Duyemîn de îro maça Bursa û Diyarbekir Sporê li Bursayê hebû. Maç bi 2-0 bi serketina Diyarbekir Sporê bi daqî bû. Piştî maçê êrîşê lîstikvanên Diyarbekir Sporê kirin.
Golên Diyarbekir Sporê di deqîqeya 25'an de Yasîn Dulger, deqîqeya 82'yan de Bunyamin Yurur avêt. Di deqîqeya 89'an de bûyer derketin. Piştî vê hakêm Burak Taşkinsoy piştî qertê diduyan a zer qertê sor da lîstikvanê Bursayê Çagatay Yilmaz.
Bi vê re xirecir zêde bû, temaşevanan tişt bi ser hakêm û lîstikvanan de weşanrdin. Hakêmê maçê di encamê de 5 qertên sor nîşanî lîstikvanên her du tîman dan. Ji Bursayê Çagatay Yilmaz û Bilal Guney, ji Diyarbekir Sporê Bunyamin Yurur, Serhat Enes Çalişan û Cem Çelik qertên sor dîtin.
Piştî maç hat bi dawîkirin lîstikvanên Diyarbekir Sporê ber bi odeyên xwe ve çûn, lê hem li qeraxa sehayê, hem li korîdorê êrîşê wan hat kirin.
Di Lîga 2'yemîn Koma Spî de îro maçên hefteya 17'an hatin lîstin. Diyarbekir Spor bi 26 pûanan 7'emîn, Bursa bi 11 pûanan di rêza dawî de ye. Erok Spor bi 40 pûanî di rêza yekemîn de ye.
AMED SPOR BI 3-2 BI SER KET
Li aliyê din tîma Amedê, Amed Spor li mala xwe tîma Soma Sporê kir mêvan. Golên Amed SpoRê lîstikvan Veli Çetin (Dq 20), Taner Gumuş (Dq 85) û Batuhan Tur (dq 89) avêtin û tîm bi 3-2 bi ser ket. Lîstikvanê Amed Sporê Serkan Odabaşoglu di deqîqeya 76'an de qersa sor dît û Amedê 15 deqe bi 10 kesan lîst. Golên Somayê lîstikvanê wan Ridvan Donmek (dq 41) avêt. Gola din lîstikvanê Amed Sporê Berk İsmail Unsal (dq 42) avêt keleha xwe.
Di Lîga 2'yemîn Koma Sor de Kastamonu bi 40 pûanî yekemîn, Amed Sporê bi 36 pûanan duyemîn e.
Nûçeyên Eleqedar:
- Dinyayê ji bo Tirkiyeyê got: 'Li Tirkiyeyê kaos didome'
- Rojnameyên sporê yên dinyayê ji bo Tirkiyeyê: Skandal
- Êrîşê rêveberên Amed sporê kirin
- Serokê Amed Sporê: Serokê TFF'ê telefona xwe girtibû
- Girseyê pêşwazî li Amed Sporê kir
- Banga DKKDP li ser maça Amed û Bursayê


