Diyarname
DÎSK'ê di hevdîtina bi Wezîr Atalay re de dosyayeke li ser pirsgirêka kurd da wî. Di dosyayê de ev xal hene:
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di hevdîtinên li ser çareserkirina pirsgirika kurd de îro çû serdana DÎSK'ê (Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger). Atalay bi Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebi, Sekreterê Giştî Tayfun Gorgulu û Cîgirên Serokê Giştî Ali Canci û Celal Ovat re hevdîtineke pêk anîn. Piştî hevdîtinê Atalay û Çelebî daxuyanî da çapemeniyê.
Çelebî got ku wan dosyayeke li ser pirsgirêka kurd pêşkêş kiriye. Di dosyaya DÎSK'ê de ev xal balê dikşînin:
- Parastina yekîtiya axê ya Tirkiyeyê.
- Li herêmê xebatkarên dewletê divê bi mecbûrî bi kurdî bizanibin.
- Avêtina gavên bi biryar.
- Pêşxistina rêveberiya demokratîk a li her derê.
- Di mijara perwerdehiyê de bikaranîna kurdî û rakirina astengiyên li ber hînbûna zimanê kurdî.
- Rakirin astengiyên li pêşberî rêxistinbûn û azadiya ramanê.
- Rakirina qedexeyên li ser ziman.
- Belavkirina cerdevaniyê.
- Zêdekirina razemeniya li herêmê.
- Daxistina bendava hilbijartinê.


