Diyarname
Festîivala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê "Berlînale" îsal 67'emîn car di navbera 9-19'ê reşemiyê de li danr dikeve. Di festîvalê de xelata herî mezin Hirça Zêrîn e ku Serokatiya Juriyê Paul Verhoeven ku ji Hollandayê ye dike. Di festîvalê de hin xelatên din jî têne dayîn ku yek jê jî xelata FIPRESCI ye.
Federasyona Nivîskarên Sînemayê ya Navneteweyî (FIPRESCI) ku di gelek festîvalên dinyayê de xelatê dide di Berlînale de jî xelatê dide ku juriya vê jî diyar bû. Îsal Serokatiya Juriya FIPRESCI a Berlinaleyê rexnegira sînemayê Alin Taşçiyan dike. Taşçiyan ku salên borî Seroka Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) bû. Ligel Taşçiyan ji nivîskarên sînemayê yê ji Tirkiyeyê Kerem Akça jî heye. Her wiha Dubravka Lakic, Denise Bucher, Alejandra Trelles, Jennifer Borrmann, Sasja Koetsier, Rüdiger Suchsland, Rasha Hosny jî di nav endamên vê juriyeyê de ne.
**
Nûçeya eleqedar:
- 'Berlinale' bi 'Django'yê dest pê dike