Diyarname
Derhêner Yavuz Ozkan di sala 1942'yan de hatibû dinê, kedek mezin dabû sînemayê û roja 22'yê gulana 2019'an wefat kir.
Ew di sala 1942'yan de li Yozgatê hatibû dinê. Di nabera salên 1962-65'an de, di karên medenê de li Kutahyayê wekî karkerekî kar kiriye. Dema bûye derhêner fîlmê wî yê "Maden" jî bandora vê yekê ye ku loma jî gelek hatibû ecibandin.
Ew avakarê Şanoya Kocaelî bû û di sala 1970'ê de bi kişandina kurtefîlman gav avêtibû nav qada sînemayê. Fîlmer wekî "Maden", "Umut Yarina Kaldi", "Demiryol", "Ateş Ustunde Yurumek", "Bir Sonbahar Hikayesi", "Yagmur Kaçaklari", "Buyuk Yalnizlik", "Filim Bitti", "İki Kadin", "Yengeç Sepeti" hin ji fîlmên wî hen.
Ozkan di sala 1980'ê de çûn Parîsê û encax di sala 1987'an de vegeriya Tirkiyeyê. Di vegerê de ligel du hevalên xwe TURSAK (Weqfa Audiovisuel û Sînema ya Tirkiyeyê) vekir û ji bo sînemayê xebitî. Wî di sala 1995'an de Atolyaya Z-1 vekir û ligel sînemager, akademîsyen, felsefekar, wêjevan û ragihandinêran bê pere dersên sînemayê da gelek kesî. Ozkan herî dawî di sala 2010'an de derhêneriya fîlmê "Îstanbul'da Aşk" kir ku senaryoya fîlm jî wî nivîsî bû.
'Maden' 4 xelat girtibû
Di nav fîlmên wî de yê herî navdar "Maden" e. Fîlmê wî "Maden" ku di sala 1978'an de hat kişandin li Festîvala Fîlman a Altin Portakalê ya Antalyayê Xelata Fîlmê Herî Serketî, Lîstikvana Herî Serketî (Hale Soygazi), Lîstikvanê Herî Serketî (Tarik Akan) û Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî (Meral Orhonsay) girtibû.
Ozkan ev demek bû li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşaya Stenbolê ji ber kêmxebitîna organan dihat derman kirin lê encax karî heta 22'yê mehê ber xwe bide.
Cenazeyê Ozkar roja 24'ê mehê bi beşdariya gelek sînemageran li Goristana Zîncîrlîkuyuya Şîşliya Stenbolê hat definkirin.