Diyarname
Berpirsê Karên Nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Ozan Kilinç di çarçoveya "3'yemîn Paketa Darizandinê" de hat berdan.
Kilinç ji ber nivîsên di rojnameya Azadiya Welat de hatibûn weşandin bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 27 sal û 3 meh cezayê hepsê lê birîbû û hatibû girtin. Paşê Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû û dadgehê jî dûre 6 sal û 9 meh cezayê hepsê lê birîbû.
Kilinç ku di Girtîgeha Tîpa M a Çewlîgê bû, di çarçoveya guherîna 3'yemîn Paketa Darizandinê de hat berdan.
Kertedemek berê Berpirsê Karên Nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun jî hatibû berdan.
Li gor Platforma Azadiyê ya ji bo Rojnamegerên Girtî niha 84 rojnameger di girtîgehê de ne.