Diyarname
Rojên Sînemaya Yewnanistanê îsal duyemîn car li Stenbolê li dar dikeve. Muzeya Pereyê vê çalakiyê li dar dixe û fîlm bê pere tene nîşandayîn.
Rojên Sînemaya Yewnanistanê heta 26’ê mehê fîlmên derhênerên navdar ên yewnan pêşkêş dike. Fîlmên îsal ên ku mijara wan li ser bîra dîrokî, mafên mirovan, koç û dîasporayê ne hatine hilbijartin û pêşkêş kirin. Fîlmên di navbera salên 1960-90’î de hatine kişandin bi kopyayên wan ên restorekirî têne nîşandayîn. Di nav bernameya îsal de 24 fîlm hene.
Fîlmê derhêner Jules Dassin “Prova” (The Rehearsal, 1974) bi salan wekî qedexekirî ma û nehat nîşandayîn. Ji bilî vê fîlmên derhênerên navdar Theo Angelopoulos, Dimos Avdeliodis jî hene.
Li aliyê din ji sînemaya yewnan Eva Stefani û wênekêşê moda û portreyan Haris Papadimitrakopoulos dê beşdarî çalakiyeke dersa sînemayê bibin û qala ceribandinên xwe bikin (24’ê mehê).


