Şener Ozmen
Di malpera “netkurdê” de bala min kişand, tavilê min xwend, li ser romana Jan Dost, li ser “Mîrname”yê bû “nivîs”, ji destê birêz Alî Fîkrî Işik derketibû, nivîseke balkêş bû, belê wilo bû, belam ev balkêşî, çi ecêb e ku ji nêzîktêdayîna nivîskêr a der heqê romanê nedihat, yekser ji şêweya nivîsê dihat, ji ber ku nivîs (yan ev cure xwendin), li şûna ku bala kurdîhezan bikişîne -bide- ser Mîrnameyê (helbet bi vê mebestê hatibû nivîsandin), jê bi dûr dixist (bêyî ku hay jê hebe) û dikir ku Mîrname, nola romaneke “ji rêzê” bihête dîtin. Ne mînakdayîna ji “structuralism”ê (bi gotina nivîskêr; avakarî, yapisalcilik) û ne jî hewldayînên felsefî ku li xaçerêkên nivîsê bi pûtepêdan hatibûn reşandin, ne çespandina hejmara rûpelên romanê û ne jî gotinên mîna “hezar car şikir…”, nedibû derman ji birîna nivîsê re; dihat ku ez bibêjim “heke romanek mîna Mîrnameyê bi sê caran hatibe xwendin, divê hûn –kêm û zêde- temet wê romanê xwendineke rexneyî binivîsînin da ku xwendevanên Jan Dost têbigihin bê Jan Dost çi kiriye”, her di wan rojan de bû, ez û hêja Dilawer Zeraq li ser “3gavek û 3darek”ê dipeyivîn, min gotê, “Te dît bê bikaranîna kîte kîteyên biçûk, reng û hêzeke çawa didin romanê, ji bo nimûne; ew kevirê biçûçik ê pekiyabû nav şimika Şêx ya çepê, ketibû navbera du tiliyên lingê wî û ew diêşand, xeyalên wî jî qut dikirin…”
Jan Dost ev e, ev herk (yan hêz) ji dîtbariyê tê, mirovandina sembolekê nola Şêx Seîdê Pîran ku bi demekê –demekê dirêj- hinên ji me bizav û serhildana wî bi paşverûtiyê bilêv dikirin, belê karekî dijwar e (dijwar bû), her wiha, wêrekî divêt (wêrekî diviya), Mehmed Uzun vê yekê di “Bîra Qederê” de ji ser “Celadet Beg” avakiribû, helbet bi vegotineke destanî, epîk, carinan dîdaktîk, lê di wir de Celadet Beg, wekî me bû, belê wekî me, hezkiryên wî hebûn, ew jî xwedî dilek bû, bi tayê evînê diket, digiriya, bêrî dikir, bi qewlê rehmetî “ziravbihistiyar” bû Celadet Beg, me canebê wî di hevşabûnekê de didît; “Celadet bi her du destên xwe memikan nêzîkê hev dike û lêvên xwe li ser herdu sermemikên qahweyî û mezin bi hev re digerîne…”, (Bîra Qederê, M. Uzun), mêjûya şexsî ya rewşenbîrekî kurd, bi hemû keft û lefta jiyana wî li ber çavan bû, me êdî dikariya ji ber hin helwest, liv û tevger û gotin û nêrînên wî, wî rexnebikira, pê re êciz bûba, pê re şad bûba, mesele ev bû, Mehmed Uzun, me ji pêzanînên ansîklopedîk, her wiha ji yên polîtîk bi dûr xistibû û Celadetê xwe afirandibû…
Me got ku Jan Dost, ew jî hem di “3gavek û 3darek”ê de û hem jî di “Mîrname”yê de beşeke girîng ji evîn û pirsgirêkên evîn û evîniyê re vediqetîne, ji Şêx re “Perîxan”, ji Xanî re “Şengê” û her di vê îstgehê de em dişên bibêjin ku Jan Dost, hîmên van her du romanên xwe li ser “evînê” avakiriye, ji ber ku bi tenê evîn dikare mêjûya têkçûnekê siyasî (Şêx)/rewşenbîrî (Xanî) bi vî terhê xwe yî mirovandinê ji mejiyên me yên dorpêçkirî rizgar bike û Jan Dost, vê yekê bi hostayî -bi alî dirûvandina dîmenên balkêş (bo nimûne: Di Mîrnameyê de pêrgîhatina bav û kurî ya di şikeftê de, meyla kurî, homoseksualîte, dexesî û Amed, di 3gav û 3darekê de peyva Şêx, “Ehmeq in, ehmeq!”) dirûvandina şexsiyetan, hûnandina kîte kîteyên ku bêhna romanê vedikin- lê ne “bi rehetî”, çareser dike, lê ku em fena birêz Alî Fîkrî Işik bibêjin ku; “Nivîskarê Mîrnamê Jan Dost ji binê barekî gelek giran, bi rihetî derketîye.” dê ev tesbît, heye ku wekî tesbîteke bilez û bez û mişt kelecan bê dîtin, ne hewce ye. Û hin gotin û tesbîtên din yên wekî; “…Mîrname bi her tiştê xwe ve roman e. Mîrname romanekê wilo ye ku ne hewceyî navê Ahmedê Xanê ye. Jixwe ya rastî jî ev e.”, lêzedekirineke bê sûd, aya peyva “bi her tiştê xwe ve” tê wateya çi? Çi ne ev tişt? Ziman, mijar, serpêhatî, çîrok, Ehmedê Xanî, awa, dirûv, estetîk, pêvajo? Yan jî; “Xwendewanekî çavvekirî kare di beşa pêşî de, bi rihetî xwe bigihîne vê hejmarê…”, em bi devika başûriyan bibêjin, aya peyva “çavvekirî” lê re çi dike? Gelo ev gotin, wan xwendevanên ku ne çavekirî ne û em bibêjin ku tev kor in, dê êciz neke? Ji ber çi di nivîsekê ku bi mebesta veçirandina romanekê rabûye de, daxwaza xwendevanekî/ê taybet tê kirin? Yan jî; “Ji vir û pê ve roman ji edebiyateke xas hatiye avakirin. Bira xelet neyê fêmkirin, roman heya wan hevokan jî bi edebiyateke bilind hatiye honandin.”, heman şêwe, heman serfiyat, heye ku Mîrname, ji ber vê peyva “Bira xelet neyê fêmkirin…” xelet bê fêmkirin. Û peyva “edebiyateke bilind”, ango, wêjeya ku, xwe ji ya populer cuda kiriye, gelo ma wêjeyeke popular a kurdan heye? Ma ne em daxwaza populerbûyîna wêjeya kurdî dikin? Yan jî; “Bi xwendinekê nirxê vê romanê naye kifşkirin. Ku xwendevan aciz nebe, ez ê li xwe mikur verim; min sê caran ev roman xwend. Piştî xwendina dawî min biryarek hilgirt. Bi nirxandin û şirovekirin rumeta vê romanê nayê eşkerekirin. Vê romanê analizek divê.”, Û va ye birêz Alî Fîkrî Işik Mîrname analîz kiriye. Yan jî –wekî dawî-; “Kitêba Jan Dost, Mîrname, bi hezar tevnî, ku bê xwendin jî, ji rûmeta xwe tiştekî hunda nake.”, çima gelo? Çawan bi hezar tevnî? Çend awayên xwendinê hene? Çima hûn qala xwendina pirlayen nakin? Li şûna wê, hûn berê me ji nû ve didin “structuralism”ê ku êdî pûte pê nayê kirin û gotina “ji rûmeta xwe…”, ma gelo xwendevan ji bo ku rûmeta romanê, helbestê, çîrokê, kurteçîrokê hilweşînin, dixwînin?
Lê ku min pirtûk (Mîrname) bê qeda û bela qedand, ez, -çawan bilêvkim-, şaşomaşo bûm, mijar dîsan hatibû li ser zimên û bikaranîna wê, ji ber ku Jan Dost, xwepêşendaneke bi seyr dikir bi dirêjahiya romanê, bêdeng û jixwerazî bû, her wiha ji zimanê xwe piştrast bû, romaneke biyan bû romana Jan Dost, “giran” bû, “tîr” bû welhasil, belam ew giranî û tîrbûn ji sermijara romanê nedihat, welew ku sermijara romanê jî xwe wilo zû bi zû nedida dest, lê dîsan jî ez li ser ya xwe bûm; her ku min rûpel diqulipandin, pirsek ku ji destpêka “Sibehek bi baran bû” we re bi dû min ketibû, serê xwe radikir: “Çima evînên bêmirad, çima evçend reşbînî, ango nîhîlîstî?”, Jan, hê di têketa romanê de bersiv dida: Hibr e, bi hêsran û xwînê têkel dibe, bi jehrê jî dibe mirin, dibe jiyan.”
Wekî peyva dawî: Jan Dost, ne ku reşbîn e, di bin wê reşbîniyê re, wî serbenên erotîzmeke nepen jî radestî me dike, lê ku em rastê werin û baş bixwînin.
23 gelawêj 2008 / Amed