logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Festîval dîsa hat: Fîlmên festîvalê hatin eşkere kirin

  • Dîrok: 26/03/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Bernameya 43’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hat eşkere kirin. Îsal 132 fîlmên metrajdirêj, 12 kurtefîlm wê derkevin pêşberî temaşevanan. Belgefîlm, fîlmên ji festîvalên navneteweyî hatine di 12 rojan de wê li hêşberî sînemahezan bin. Her wiha nîşandayînên taybet û sohbeta ligel derhêner û lîstikvanan aliyen din ên festîvalê ku derdikevin pêş in. Di dawiyê de fîlmên serketî wê bêne xelatkirin.

Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin. Îsal di nav bera 17-28’e avrêlê de 43’yemîn car li dar dikeve. Ji bo danasîna bernameyê li The Marmara Hotela li Taksîma Stenbolê çalakiyek hat li dar xistin.

Midûrê Giştî yê ÎKSV’ê Gorgun Taner li vir axivi û got, “Ji bo pêşeroja welatê me piştgiriya dayîna zanist û hunerê, di vî warî de teşwîqkirina berhemên serketî girîng e. Ez bawerim em jî di vî warî de barê ku dikeve ser milê me em hildigirin.”

‘JINÊN LI PÊŞ Û PAŞ KAMERAYÊ’

Yek ji beşên festîvalê “Koprude Buluşmalar” e. Rêvebera vê beşê Hayet Benkara ye ku wê li ser vê beşê agahî dan. Benkara qala beşdarî û xebatên vê beşê kir, diyar kir ku bi awayekî rekor serîlêdan çêbûye û ev yek jî nîşan dide, “derhêner û sazkarên fîlman ji bo qalkirina çîrokan li welatên xwe bi hewes in.”  Benkana wiha dom kir, “Di hemû çalakiyan de me hedefa derxistina pêş a jinan girt dest. Li ser vê yekê emê civînek taybet bi navê ‘Jinên li pêş û paş kamerayê’ li dar bixin. Ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê jinên profesyonel dê li ser fîlman dîtinên xwe parve bikin, li ser ka dikarin çawa piştgiriya hev bikin biaxivin.”

Dûre Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan naveroka bernameyê eşkere kir. Ayan fîlmên ku di beşên Pêşbaziya Navneteweyî, Pêşbaziya Neteweyî, Pêşbaziya Belgefîlman, Pêşbaziya Kurtefîlman, Pêşbaziya Hosteyên Ciwan, Pêşbaziya Fîlmê Pêşî ya Seyfi Teoman de eşkere kirin.

XEBATEK LI SER ONAT KUTLAR 

Derhêner Onat Kutlar bi xebateke konferansê dê bê bibîranîn. Di vê xebatê de li ser sînemaya Onat Kutlar wê axaftin û nirxandin bêne kirin. Di nav pêşbaziyan de ji bo bîranîna wî li ser Kutlar xelatek jî tê dayîn

XELATÊN RÛMETÊ

Îsal Xelatên Rûmetê didin lîstikvan Meral Orhonsay û sînemager Engin Ayça. Orhonsay fîlmê Yilmaz Guney “Yol (Rê)” jî têde di gelek fîlman de lîstiye û xelat girtiye. Engin Ayça jî ji sala 1968’an ve heta niha senaryoyên gelek fîlman nivîsîne, derhêneriya gelekan kiriye, dîsa pirtûk û kovarên li ser sînemayê derxistine, xebatên akademîk kirine. Êvara 16’ê mehê ewê xelatan bidin

WIM WENDERS û KOJI YAKUSHO TÊN STENBOLÊ

Derhêner Wim Wenders li dinyayê yek ji derhênerên navdar e. Ew di sala 1945’an de li Almanyayê hatiye dinê. Ew di warê sînemayê de li ser azadî, rexneya civakî û şiklê jiyana civakî ya pêla salên 68'an nûnerê vê pêlê tê hesibandin. D idawiya 60'yan de dest bi sînemayê kiriye. Di sala 1984'an de bi fîlmê xwe "Paris, Texas" li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Dîsa di sala 1987'an de li heman cihî bi fîlmê "Der Himmel uber Berlin" xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Di Festîvala Stenbolê de 3 fîlmên wî dê bêne nîşandayîn. Fîlmê jî “Anselm” ku li ser jiyana hunermendê alman Anselm Kiefer kişandibû wê bê nîşandayîn. Ev fîlm di salvegera 50 saliya Keifer de hatibû restorekirin û li Cannesê jî hatibû nîşandayîn.

Lîstikvanê japonî Koji Yakusho jî wê li festîvalê be. Yakusho di çarçoveya 100 saliya têkiliyên dîplomatîk a Tirkiye û Japonyayê de wê li Stenbolê be. 4 fîlmên ku wî têde lîstine di bernameyê de hatine bi cih kirin. “13 Suîkastkar / 13 Assassins” (Takashi Miike), “Di bin ezmanê de / Under the Open Sky (Miwa Nishikawa), Vexwendina Evînê / Shall We Dansu? (Masayuki Suô) û Rojên Mikemel / Perfect Days wê bêne nîşandayîn. Yakusho bi fîlmê “Perfect Days” li Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû.

Festîval dê Xelata Rûmetê ya Sînemayê bide herduyan.

FÎLMÊN XELATGIR

Di nav bernameyê de gelek fîlmên li festîvalên navdar xelat girtine hene. Ji vanf îlmê derhêner Karim Ainouz “Lîstika Qralîçe” li Cannesê hatibû nîşandayîn. Fîlmê derhêner Atom Egoyan “Seven Veils” ku li Torontoyê hat nîşandayîn, dîsa fîlmê Maryam Keshavarz ku li Sundance xelat girtibû; ligel van fîlmên ji Venedîkê, Berlinelayê jî wê li festîvalê bin.

PÊŞBAZIYÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ

Di festîvalê de di 10 waran de xelat tê dayîn. Fîmê di Pêşbaziya Neteweyî de bi ser bikeve dê Xelata Laleya Zêrîn ligel 300 hezar TL’yî xelatê bigire. Xelata ku li ser navê Onat Kutlar tê dayîn wê bi 150 hezar TL’yî serketî bê xelatkirin. Xelata Derhênerê/a Herî Serketî jî bi 75 hezar TL’yî tê xelat kirin. Xelatên din ên wekî lîstikvanê serketî, lîstikvana serketî, muzîk û derhênerê/a dîmenê bi 25 hezar TL’yî tê xelatkirin.

VA NE FÎLMÊN PÊŞBAZIYÊ:

PÊŞBAZIYA NAVNETEWEYÎ:

- Cezayir Krali / Omar la Fraise / The King of Algiers / Elias Belkeddar / Fransa, Cezayîr 

- Daglarin Ardi / Oura el jbel / Behind the Mountains / Mohamed Ben Attia / Tunus, Belçîka, Fransa, Îtalya, Erebistana Siûdî, Qetar 

- Kehanet / Augure / Omen / Baloji / Belçika, Demokratik Kongo, Hollanda, Fransa, Almanya, Afrîkaya Başûr

- Sonsuza Dek / Nazavzhdy-Nazavzhdy / Forever-Forever / Anna Buryachkova / Ukrayna-Hollanda 

- Andrea’yı Sevmek / El Amor de Andrea / Andrea’s Love / Manuel Martín Cuenca / Spanya 

- Cu Li Asla Aglamaz / Cu Li Never Cries / Pham Ngoc Lan / Vietnam, Filipinler, Fransa, Singapur, Norwec 

- Faruk / Asli Ozge / Almanya, Fransa, Tirkiye 

- Embriyo Larva Kelebek / Embryo Larva Butterfly / Kyros Papavassiliou / Yunanistan, GKRY 

- Pet Shop Days / Olmo Schnabel / Îngilistan, îtalya, ABD, Meksika 

- Tatli Ruyalar / Sweet Dreams / Ena Sendijarevic / Hollanda, Fransa, Endonezya, Swêd 

PÊŞBAZIYA NETEWEYÎ:

-  Son Hasat / The Reeds / Derhêner Cemil Agacikoglu / Tirkiye, Bulgaristan 

- Beraber / Belonging / Derhêner Mete Gumurhan / Tirkiye, Hollanda, Belçika

- Rosinante / Derhêner Baran Gunduzalp

- Buyuk Kuşatma / The Grand Siege / Derhêner Sinan Kesova

- Tereddut Çizgisi / Hesitation Wound / Derhêner Selman Nacar

- Bildigin Gibi Degil / Not What You Think / Derhêner Vuslat Saraçoglu

- 8x8 / Derhêner Kivanç Sezer

- Yurt / Dormitory / Derhêner Nehir Tuna / Tirkiye, Almanya, Fransa

- Suyun Ustu / Afloat  / Aslihan Unaldi

- Başlangiçlar / Inpaintings / Derhêner Ozan Yoleri

PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN: 

- Domates Biber Depresyon / Tomato, Pepper, Depression / Derhêner Aybuke Avci

- Bir Parça Memleket / A Piece of Home / Derhêner Mumin Bariş 

- Dargeçit / Hold Still / Derhêner Berke Baş

- Şarap Rengi Deniz / Wine Dark Sea / Derhêner Nefin Dinç

- Bir İsim ve Bir Yer / A Name and A Place / Derhêner Can Eskinazi

- Ege Guneşi / The Ferris Wheel / Derhêner Omer Gumuşer

- Bir Gün, 365 Saat / A Day, 365 Hours / Derhêner Eylem Kaftan

- Eclipse / Derhêner İpek Kent, Efe Oztezdogan

- Bazen Hep Birlikte / Otherwise in İstanbul / Derhêner Didem Pekun

- Karanlik Zamanlarda Şarki Soylemek / Singing in Dark Times / Derhêner Ethem Ozguven

PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN: 

Bername 1 :

- 36 / Rezan Mir Ugurlu

- Aglak Bebe / Crybaby / Elif Oner

- Gukla / The Doll / Emine Uysal Berger, Ozgur Ceylan

- Beyaz Dagin Çocuklari / Children of the White Mountain / Yalçin Çiftçi

- Eksi Bir / Minus One / Omer Ferhat Ozmen

Bername 2:  

- Zarafet ve Şiddet Arasında / Between Delicate and Violent / Şirin Bahar Demirel

- Nasıl Kaybolunur / How to Disappear / Tilbe Cana İnan

- Aç Karnina Çikmayalim / Cheers to the End / Yigit Hepsev

- Bir Dostluk / A Companionship / Gurkan Yucel

- Onun Kalesinde / In His Fortress / Yasemin Demirci

Fîlmên festîvalê îsal li Beyogluyê li Atlas 1948 û Sînemaya Beyogluyê, li Şîşliyê li CineWAM Premium+ City's Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoyê li Kadikoy Sineması û Sinematek/Sinema Evi têne nîşandayîn

 

*** 

Nûçeyên Eleqedar:

- Berlînale ra fîlmê xelatî girotê yenê Stenbol 

- Jurî Pêşbazî ay Neteweyî eşkera bî 

- Juriya Xelata Seyfî Teoman diyar bû 

- Jurî Pêşbazî Belgefîlman hamî eşkerakerdin 

- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû 

- Festîvala Fîlman li benda berhemên we ye   

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pirtûk û nivîskarên kurd diçin Wanê

ad

'Kûleya mezin a pirtûkan'

ad

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

ad

Baş e ku çîrok tê nivîsandin!

ad

Lînka kampanyaya îmzeyan

ad

Êşa zimanê min

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname