Diyarname
Li Stenbolê bi navê 'Şevbihêrka Dengbêjan' çalakiyek li dar dikeve: Sê dengbêj bi klamên xwe dê li şevê bin.
Bi hevkariya Rêxistina HEDEP'a Avcilarê û Seyme Organîzasyonê 9'ê vê mehê 'Şevbihêrka Dengbêjan' li dar dikeve. Dengbêj Kazo, Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî wê bi klamên xwe reng bidin şevê.
Şevbihêrk êvarê saet 9'an de bi moderatoriya Ayhan Erkmen li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilara Stenbola Tirkiyeyê lidar bikeve.


