Amed
Helbestvan Arjen Arî di 11'emîn salvegera mirina wî de li ser gora wî hat bibîranîn.
Hevseroka DBP'ya Amedê Sultan Yaray, Hevserokê PEN'a Kurd Omer Fidan, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd, hin nivîskar, malbat û hezkiriyên Arjen Arî beşdarî merasima bibîranîna bûn. Merasim li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoy a Baglara Amedê li dar ket. Beşdaran mûm pêxistin, gul danîn ser gora wî.
Hevseroka DBP'ê Yaray got, "Arjen Arî bi awayekî fîzîkî ne li nav me ye lê bi rih û helbestên xwe her dê li nav me be. Em li ber keda wî bi hurmet serê xwe ditewînin."
Piştî merasimê malbata Arjen Arî xwarina bîranê da beşdaran.