• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

'Nazê Nêrgiza Hewþê' hesta 'baþ e ez kurd im' da min

Dîrok : 23 05 2020 | Beþ :

Serbest

Dilyar AMÛDÎ

Medyaya civakî tiþtekî seyr e ku tiþtan dicû, dixwe û hinekî jî bêqedir dike. Îro tiþtek derdikeve û her kes pê mijûl dibe û qala wê dike lê sibe ji bîr dibe û nayê bîra kesî jî. Lê bi xêra wê jî em gelek caran rastî hinek berheman tên ku mirov dibêje, “Gelo ev çi bû? Ev jî heye? Em jî diþên tiþtên wisa çêkin? Nexwe em jî wekî her kesî ne û dikarin tiþtên xweþ çêkin û jiyaneke asayî û xweþ bijîn û kurdbûn hertim ne qiriktehlî û bar e”.

Bi rastî jî duh straneke din hunergeha welatî derket ku dîsa hiþt ez bibêjim, “heyat xweþ e lo” Heta min wisa jî got, “baþ e ku ev tiþt giþtik hatine serê me yana me yê bi qedirê çande û kurdayetiya xwe nizanîbûya”. Helbet ew hest demkî bû û bi heyecana wê kêlîkê bû ku stranê xweþ kiribû. Ji ber kurdayetî ne karê mirovan e. Mirovê biaqil be û bikare bila zûka ji xwe re asîmîle bibe.

Kurd hemû di çavên min de dibin þekir

Henek li aliyekî bi rastî jî tenê gava ku hinek berhemên kurdan çi kevin çi nû dibînim, dibêjim, baþ e ku ez kurd çêbûme yana ez ê ji vê çêjê bêpar mabûma...

Îca berhema duh ku ev hesta han da min,  "Nazê Nêrgiza Hewþê" bû ku muzîka wê ya Mehmûd Berazî ye. Berhem bi awayekî cuda hatiye çêkirin ku berî niha min di nav kurdan de di bernameya “Kurd Idolê” de dîtibû. 

Gava dibînim ku em dikarin tiþtên wisa çêkin; ez dibêjim tu kes nikare bi me, dibêjim em xweþik in, em cuda ne, em ne tu wek kesî ne, em em in ku cil û bergên me yên rengoreng hene. Stranên me, hunermendên me, gotinên me, çîrokên me, helbestên me hene. Dibêjim, kinên me hene, dirêjên me hene, em wekî her miletî ne lê em ji miletî jî cuda ne. Em jî dikarin bibin xwe, eger derfet hebe. Welhasil kurd hemû di çavên min de dibin þekir û diçin. 

Wekî xwe man

Hûn dizanin sedem çi ye? Ji ber “xwe ne”; wekî xwe derketine, wekî xwe mane.” Wan hewl nedaye xwe biþibînin hinekên din, wan hewl nedaye bi zimanekî din biaxivin, hewl nedaye teqlîda helbesta hinekên din bikin. Bûne xwe û wekî xwe li xwe zêde kirine, ji xelkê girtine lê ji xwe nedane, li xwe zêde kirine…

Ez nabêjim zimanê me ji yê xelkê çêtir e

Binêrin û bala xwe bidinê  ez nabêjim, zimanê me ji yê xelkê çêtir û zengîntir e, nabêjim kurd kevintirîn miletê dinyayê ne, nabêjim “xelkê her ji me diziye” nabêjim, ez nabêjim “me lalîlkek datanî ser sifirê ji bo ihtimala ku mêvanek were,” nabêjim, “împertaoriyên me hebûn”, nabêjim “baþtirîn helbest a kurdî ye” tiþtê ez dibêjim besîttir e: Em wekî xwe xweþiktir in, em ne kêmî tu kesî ne lê em ne zêdeyî tu kesî ne jî, tiþtekî me hebe yan tune be, mafê her kesî çi be yê me jî ew e. Xweþik bin kurdino û wekî xwe bin… Wekî vê stranê bin…

Gotinên stranê basît û qerase ne

Divê tiþtekî din jî li ser stranê bibêjim; gotinên stranên jî qerase ne; qerasebûna wan ji "besîtbûna" wan tê. Wekî mînak li van gotinan binêrin

"Kezî sorkî qemer bû

Sorkî ji hina hindê

Ez kuþtim poz bilindê

Rûyê rindê wek findê"

Gava mirov lê guhdarî dike dibêje qey li klasîkeke gelêrî ya kurdan guhdarî dike lê di eslê xwe nivîskarê wê heye û mixabin her kes keda wan ji bîr dike, guh li wan nake. Ew kesê ku ev þaheser afirandiye, xwedî nav e. Li vir jî lehengê me yê jibîrbûyî Þêro Hindê.

Her peyvek dîrok û çîrokek e

Bi xêra vê stranê, eger kurd hîn bibin bala xwe bidin gotinên stranan jî, ew ê bi kêmasî çend peyvên wekî “tar, fît, qosaqarê” hîn an hinekên din. 

Ji bîr nekin, her peyvek dîrok û çîrokek e. Bi rastî jî wisa ye. Mirov li ser bifikire dê bibêje gelo “fît” çi ye, ji ku hatiye? “Qosaqarê” çi ye, çima bi çend navan di nav kurdan de heye?

Welhasil esil gotina herî girîng min hiþt dawiyê tevî ku diviyabû li pêþî bibêjim ji ber kêm in ew kesên dê nivîsê heta vê derê bixwînin lê dîsa jî hestan zora min bir û neçar mam pêþî behsa stranê bikim.

Bira, xwiþkê! Lînkê stranê bidin

Ez nizanim û tu amar jî di destên min de tune ne lê kêm in stran an berhemên kurdan ên rekorên guhdarîlêkirin an temaþekirinê þkandine.

Hûn dizanin sedem çi ye? Ji ber em rêzê ji keda hunermendên xwe re nagirin, em qedir nadin wan. Her kes berhemê dibîne, di cih de dadixîne û li ser hesabê xwe parve dike. Bira, xwiþkê, ew berhema ne ya te ye, tu çi dikî? Tu rûnê, ma lînk ji bo çi çêbûne? Armanca te þopîner bin, bizane ku tu diziyê dikî. Tu diziyê ji xelkê bikî, ez aciz nabin ji ber diziya þebeþên xelkê helal e lê ji kurdan? Guneh e. Rebenan xwe diçirînin ku tiþtekî çêkin, lê ji ber tu li ser rûpelên xwe yên Facebook û Twitterê parve dikî, mirov nikare bizane ka çend kesan li straneke me guhdarî kiriye. 

Yaw bihêlin bila rekoreke me jî çêbibe ha. Welleh ez ê bi vî derdî biçin ku 40 mîlyon (ev 30 sal in em 40 mîlyon in lê ew jî meseleyeke din e) kurd hene û hîn me negotiye, filan berhema me bi mîlyonan kesan lê guhdarî kiriye yan temaþe kiriye.

Parve bikin lê nedizin…

Nizanim min hûn li ber xistin an na lê nivîsên bi zorê jî zehmet in..

De fermo em carek din li vê strana xweþ, strana ku kir em carek din bibi wekî xwe guhdarî bikin:

Lînk:
- NAZÊ NÊRGIZA HEWÞÊ

Hûn dikarin li van jî binêrin

Çîroka bûyerên li gundekî: Bayê Cîlo

Çîroka bûyerên li gundekî: Bayê Cîlo

07 02 2021

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

27 01 2021

Kurdên Xelxalê…

Kurdên Xelxalê…

25 01 2021

QIJALK

QIJALK

13 01 2021

Ev jî hene

Çîroka bûyerên li gundekî: Bayê Cîlo

Çîroka bûyerên li gundekî: Bayê Cîlo

07 02 2021

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

27 01 2021

Kurdên Xelxalê…

Kurdên Xelxalê…

25 01 2021

QIJALK

QIJALK

13 01 2021

Tundkariya li hemberî jinan, “Yekîtiya Mêrên Kurdistanê” û medyaya kurdî

Tundkariya li hemberî jinan, “Yekîtiya Mêrên Kurdistanê” û medyaya kurdî

06 01 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Serdema aqil çêkiriyan!

Welat Dilken

Cemîl Andok

ÇERÇÎ

Cemîl Andok

Kazim Polat

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

Kazim Polat

Welat Dilken

Pêkanîna neteweyekê û tirkên diçin fezayê!

Welat Dilken

Çorê ARDA

DEQÊN CIHÊRENG

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname