Diyarname
Kovara navdar Forbesê "100 navdarên dinyayê yên herî hêzdar" hilbijart. Di serê lîsteyê de Angelina Jolie heye.
Di warê kar, ticaret û fînansê de kovara Forbes kovareke navdar e. Kovar her sal navdaran, yên ku zêde kar dikin, yên zêde xwedî hêz in diyar dike, lîsteyê pêşkêş dike.
Kovarê niha lîsteya "100 navdarên dinyayê yên herî hêzdar" eşkere kir.
Di lîsteya Forbesê de lîstikvana navdar Angelina Jolie bûye yekemîn. Talk-showkaran navdar Oprah Winfrey ku ev 2 sal bûn ser hev de dibû yekemîn îsal rêze bi paş ve ketiye û ketiye rêza diduyan. Ango Jolie ew ji texta wê kiriye.
Di lîsteyê de mêrê Jolie û lîstikvan Brad Pitt di rêza 9'an de, karsaz Donald Trump di rêza 22'yan de, tenîskar Roger Federer di rêza 27'an de, futbolkar David Bekham di rêza 28'an de, Serokê DYA'yê Baracak obama di rêza 49'an de cih girtiye.
Vane 10 kesên pêşî:
1- Angelina Jolie
2- Oprah Winfrey (talk-showkar)
3- Madonna (stranbêj)
4- Beyonce Knowles (stranbêj)
5- Tiger Woods (golfkar)
6- Bruce Springsteen (stranbêj)
7- Steven Spielberg (derhêner)
8- Jennifer Aniston (lîstikvan)
9- Brad Pitt (lîstikvan)
10- Kobe Bryant (basketbolkar)