Diyarname
Serketiyên Pêşbaziya Xelatên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn. Di beşa kurdî de ji Bianetê Ferîd Demirel bi nûçeya xwe “Fermandarê rêxistina Ahrur’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye” bi ser ket. Rojnameger Abdurrahman Gok ku niha girtî ye bi nûçeya xwe "“Ez li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îranek nû" di beşa tirkî de bi ser ket. Roja 22'yê mehê saet di 19.30 de li Salona Daîreya Mehrbirînê ya Kadikoyê xelat bêne belavkirin.
Va ne hemû xelatên hatine belavkirin:
Beşa Kurdî:
- “Fermandarê rêxistina Ahrur’uş Şarkkiyeyê ji Zanîngeha Artûklûyê derçûye”, Ferîd Demîrel, Bianet
Beşa Tirkî:
- Xelata Yekemînî: “Ez li Rojhilat û Îranê me: Hêviya Îranek nû", Abdurrahman Gok (MA)
- Xelata Taybet a Juriyê: “Piştî Şirnexê Sêrt: Li ser daxwaza leşkeran di şeş mehan de herî kêm qada 60 kîlometre ya daristanê hat tunekirin", Metin Yoksu (Yeşîl Gazete)
- Xelata Taybet a Juriyê: “Li Yataganê li ser sûcê hatin qufaltin: Şîrket, guh nade biryara dadgehê” (Yeşîl Gazete).
- Xelata Taybet a Juriyê: “Gel bi jehrî kirin", Îsmaîl Ari (Bîrgun)
Xelata Gurbeteli Ersoz:
- Xelat dan rojnameger Nazîla Marûfiyan ku ji ber bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû hatibû girtin.
Xelata Fotografê:
- "Destê Dewletê", Ardil Batmaz
- Juriyê fotografên Sedat Suna û Efekan Akyuz jî hêjayî xelata taybet dîtin.
Beşa Karîkaturan:
- Karîkatura Erhan Yaxar Babalik hêjayî xelatê hat dîtin.
Xelata Rûmetê:
- Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.