Diyarname
Lîstika Teatra Jiyana Nû "Bêrû" duh ji aliyê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê ve hatibû qedexekirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hin komên şanoyê dijî qedexeyê derketin.
Îmamoglu: Biryarek şaş e
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbole Ekrem İmamoglu îro li Fîkîrtepeya Kadikoyê di dema qontrolkirina wê derê de ji bo çapemeniyê axivî û wisa got: "Em qala çi dikin? Lîstikek bi kurdî. Lîstika şanoyê. Yanê tiştê hemwelatiyên me xwestiye, yan jî komên wisa li welatê me hene, dixwazin lîstika bi kurdî pêşkêş bikin. Ez ji we re tiştek bibêjim, terorîstê ku bi bultena sor em lê digerin derdixin televîzyonê daxuyaniya wî diweşînin, ev serbest e, tu pirsgirêk nîn e, lê lîstika komeke ku bi kurdî şano dike qedexe ye; ku ev lîstik gelek caran hatiye lîstin û hemwelatiyên me yên bi kurdî dizanin çûne temaşe. Tiştek wisa çênabe. Tiştek wekî aqilê dewletê heye. Aqilê ku rêveberên dewletê nîşan didin aqilê dewletê ye. Ev aqilê ku wan rêveberan li wir derxistiye holê nikare ji ber tiştên ne tişt sedeman derxe holê. Ew aqil divê rasteqîn, li gor hiqûqê û qanûnan be. Ez gelek xemgîn dibim, ez dema van dibînim ez aciz dibim."
Îmamoglu got ku cîgirê wezîr, waliyê bajarê 16 mîlyon kesî daxuyanî dide, çi ye, "propagandaya rêxistina terorê dê bê kirin' û wisa got: "Van hevalan ev lîstik 20-30 caran lîstiye. Li Tirkiyeyê, li hin cihên Stenbolê heta niha lîstike. Hûn heta niha li ku bûn? Ez tiştek din bêjim, heman lîstik li Şanoyên Dewletê jî hatiye lîstin di sala 2014'an de. Ev lîstik bi kurdî ji aliyê heman komê ve 20-30 caran hatiye lîstin. 3-4 sal in jî dilîzin. Binêrin ez çi dibêjim? Ev lîstika Dario Go ye, ku ew yek ji navên girîng ê wêjeya dinyayê ye, ji Îtalyayê ye, lîstika wî li Şanoyên Dewletê hatiye lîstin. Bi tirkî hatiye lîstin. Niha dê bi kurdî bê lÎstin. Çi dibe? Ji ber vê biryara hatiye girtin gelek şaş e, rayedaran vegotineke xirab kirine. Dibêjin emê serî li dadgehê bidin. Ê bidin em bibînin."
Komên şanoyê piştgirî dan
Şeş komên şanoyên yên tirk piştî qedexeya li ser Bêrû daxuyaniyeke nivîskî weşandin. İzmir Bagimsiz Tiyatrolar Însiyatîfî, Kadikoy Tiyatrolari Platformu, Karadeniz Tiyatrolar Birlingi Dernegi, Oyuncular Sendikasi, Tiyatro Ureticileri ve Yapimcilari Dernegi, Tiyatromuz Yaşasin Însiyatîfî daxuyanî weşandin û piştgiriya xwe eşkere kirin. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Ev biryar li dijî zimanê qedîm ê kurdî û xweîfadekirina azad a hunermendan derbeyeke mezin e. Bi vê qedexekirinê xwestin ku yek ji armancaên herî xweş a Şanoya Bajêr a Şaredariya Setnbolê asteng bikin. Em wekî rêxistinên şanoyê vê kirina neheq û antîdemokratîk şermezar dikin. Em dibêjin Teatra Jiyana Nû ne bi tenê ye."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Bertekên ji bo qedexeya li ser şanoya kurdî
- Lîstika bi kurdî 'Bêrû' hate qedexe kirin
- Şanoyên Bajêr ên Stenbolê yekem car cih da şanoyeke bi kurdî
- 'Bêrû' li Moskovayê bi Xelata Mezin hat xelatkirin