Diyarname
"Xem" navê pirtûka helbestan a Jan Yekta ye. Pirtûk nû ji Weşanxaneya Sîn derketiye.
Di pirtûka Yekta de dor 70 helbestên cur bi cur hene. Helbestan di helbestan de hezkirina xwe ya ji bo zimanê xwe, welatê xwe kiriye, qala berxwedanê kiriye.
Jan Yekta kî ye?
Jan Yekta ku navê wî yê nasnameyê "Mehmet Alî Koşmat" e di sala 1999'an de li Deştadara yê naveçeya Hezexa Şirnexê hatiye dinê. Dibiskana seretayî li gund, navîn li Hezexê xwendiye û ji ber sedema aborî çûye metropolên Tirkiyeyê. Di sala 2007'an de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û çend mehan girtî maye. Ew niha li gundê xwe dijî.
Ji pirtûkê du helbest:
JÎN
Bargiraniya hepsekî rêwîyê zozanan
westabûna koçerekî
xemsariya kalekî
heps hesretî seknê
koçber hesretî xewê
kal hesretî mirinê
**
RONAHÎ
roniya min, çira û stêrka min
ji te vedixwim ava heyatê
di lêvên te de tehm dikim xweşiya jiyanê
ji bo min her tayekî porê te kulîlkek e
di nav porê te de bêhn dikim biharê
xwe berde nav dilê min, ji xwe re bike mal û hêlîn
bila dilê min germ bibe, bila dilê te şa bibe.
- XEM / Jan Yekta / Weşanxaneya Sîn / Helbest / 80 rûpel / 2023