Amed
Platforma Piştgiriya bi Kurdistana Sûriyeyê re li Herêma Başûrê Kurdistanê bi Desteya Bilind a Kurd re hate ba hev. Platfromê diyar kir ku, konseyê ji wan re got alîkarî gihîştin Qamişloyê lê negihîştine herêma Efrîn û Kobaniyê û wiha got: "Ji me re gotin heke ji deriyên sînor ên nêzî herêma Efrîn û Kobaniyê re alîkarê bên şandin dê gelek baş be. Ji ber vê yekê em bang li hikumetê dikin ku helwesta nîşanî deriyê sînor ê Qamişlo dayîn, nîşanî herêma Efrînê jî bide û gelê me bi hêz tevlî kampanyaya alîkariyê bibe."
Platforma Piştgiriya bi Kurdistana Sûriyeyê re ya di bin pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatiye avakirin bi heyetekê di rojên 11-13'yê reşemiyê de çû Herêma Başûrê Kurdistanê û gelek hevdîtinê pêk anîn. Heyetê têkildarî ziyaretê li avahiya Rêxistina Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) daxuyanî da çapameniyê.
Endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Seydî Firat, Endamê Meclisa BDP'ê Haluk Katar, Alîkarê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmut Ak, Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, Serokê Rêxistina KADEP'ê yê Amedê Civanroj Ceyhan, Nûnerê Însiyatîfa Azadî Sidki Zîlan û Nûnerê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Muhîttîn Batmanli tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Di civînê de Civanroj Ceyhan destpêkê axivî û diyar kir ku, di hevdîtinên kirin de ji bo kurdên Rojava dê çawa bibin alîkar anîn ziman. Ceyhan got ku hikumeta AKP'ê çawa ji bo deriyên sînor ê Nisêbînê baldar bû divê ji bo herêmên din jî wisa be.
BILA DERIYÊN SÎNOR ÊN DIN JÎ BÊN VEKIRIN
Alîkarê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmut Ak jî diyar kir ku, heyetê bi Destaya Bilind a Kurd ya ku nûneriya vîna kurdên Rojava dike, rêxistinên sivîl ên civakî yên Herêma Başûrê Kurdistanê û Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Ak, da zanîn ku di hevdîtinan de têkildarî kampanyaya alîkariyê agahî girtin û wiha got: "Me jî hem qala xebatên xwe kir û hem jî me bal kişand ser alîkariyên wan û berdewamiya alîkariyan. Dîsa ji bo her kes xwedî li Kurdistana Sûriyeyê derbikeve bang kir. Nûnerê Desteya Bilind a Rojava têkildarî herêmê ji bo me axivî, qala pirsgirêkên li wir hene kir. Ji me re got ku qêdiviya herêmê bi alîkariyên aborî û manewî heye. Wan, xebatên me watedar dîtin lê got ku ev yek dereng pêk hatiye."
Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Seydî Firat jî diyar kir ku, alîkarî li hemû bajarên partî û saziyên di nav platformê de cih digirin tên komkirin, ji bo vê yekê komîsyon ava kirine û dê alîkarî bi wan komîsyonan re rêbikin Nisêbînê. Firat got ku alîkarî jî dê ji Nisêbînê hefteyê 4 rojan bişînin Qamişloyê. Firat da zanîn ku, hê alîkarî neşandin dê bi Şaredariya Nisêbînê re têkiliyê danîn ji bo amadekarî bên kirin divê 2 roj berê agahî bê dayîn. Firat diyar kir ku pêdivî bi derman, şîr û kincên pê binê zarokan girê didin; her wisa pêdivî bi xurek û cilan heye.
***
Nûçeya eleqedar:
- Şaredariya Nisêbînê ji bo Rojava alîkariyê dide hev
- KCD: Ji bo Rojava kompanyayê berfirehtir bikin
-* Ambargoya sînorê Bakur-Rojava hat têkbirin
- Kamyonên alîkariyê derbasî Qamişloyê dibin


