Diyarname
Hunermendê navdar Şehram Nazerî ji ber êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava konsera xwe betal kir. Nazerî got ew nikare di rewşek wisa de konserê bide.
Hunermendê navdar ê ji rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazerî 1'ê mehê pêşiya me dê li Stockholma Swêdê konserek bida. Lê Nazerî ji ber êrîşa li ser Rojava gotiye di rewşek wisa de nikare stranan bêje û konsera xwe betal kiriye.
Berî vê hunermend Kayhan Kelhor konsera xwe ya li Stenbolê, koma stranbêjên jin ên ji Kirmaşanê Glaris jî vexwendina TRT'ê betal kiribû û neçûbûn konserê.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin


